Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Çalakiyên gerîlayan me yên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de tên kirin dewam dike.
13’ê Hezîranê hêzên me saet 09:30’î li dijî leşkerên li qontara Şikêrê ya ku ewlekariya Qereqola Bêzelê ya girêdayî Şemzînan a Colemêrgê dikirin, çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya bi xurtî li çeper û kozikên dijmin hatin xistin de, hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehatin zanîn.
Hêzên me yên YJA Star heman rojê saet 11:00’an li dijî leşkerên TC’ê yên li devera Deriyê Pen ên dikeve Herêma Govendê ya girêdayî Şemzînanê rêze çalakiyên sekvaniyê lidar xistin. Di van çalakiyên hatin pêkanîn de 2 leşker hatin kuştin.
2. 13’ê Hezîranê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker saet 20:00’ê qada Dola Çil û Çar a girêdayî Herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Di vê bomberdûmanê de ti ziyan negihiştine hêzên me.
14’e Hezîranê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê