HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Di navbera rojên 31’ê Çile û 8 Sibatê de artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê Yên Medyayê êrîşên hewayî yên berfireh pêk anîn.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku çi encam bi dest nexistiye wiha ne;

31'ê Çileyê saet di navbera 19:10-19:50'î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qada Basyayê geriyan. Di heman demê de qada Werxelê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

1'ê Sibatê saet di navbera 19:10-22:30'î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qada Mervanosê geriyan.

2'ê Sibatê saet di navbera 12:10-12:30'î de l herêma Garê bi balafirên şer bombe li gundê Şêranê hate barandin.

5'ê Sibatê saet di navbera 10:00-10:30'î de li herêma Garê gundên Gûzê, Yekmalê, Ergenê, Bilmendê, Şiyê 9 caran û qada Kafya jî 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

5'ê Sibatê saet di navbera 10:00-10:15'an de li herêma Zapê derdora gundên Gundê Fileha, Girê Bahara û Gundê Sergelê 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

8'ê Sibatê saet di navbera 10:00-12:20'î de li herêma Xakurkê derdora Çemê Lolanê 4 caran, li herêma Goşînê qadên Girê Roste û Girê Bizina 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

9’ê Sibata 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê