HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di dîroka 21’ê Çile de balefirên keşfê yên aîdê artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên me yên Parastina Medya gera zêde a keşifan pêk anîne. Gera keşifan di navbera saet 5.00-23.00’an de li ser herêma Metîna, di navbera saet 15.00-19.00’an de li ser herêma Xakûrkê, di navbera saet 20.00-22.00’an de jî li ser herêma Garê keşifên zêde pêk anîne.

2. Gera keşifan a ku li ser hev çêdibe di 22’ê Çile de jî bi teybet li ser herêma me a Zapê ku tevaya rojekê berdewam kir, di heman rojê de li ser herêma me a Garê jî heya saetên danê nîvro dewam kir.

21 Çile 2014

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê