Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 27’ê Sibatê de (Îro) ji saet 06.00’an heta dahnê nîvro li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Çiyareş, Girê Cehennem, Şikefta Birîndara û Xeregol ên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hate bombekirin.
2. Di 27’ê Sibatê de (îroj) di navbera saet 08.00-09.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Dola Xanimê, Dola Nodê, Sêgoşeya Avaşîn û Basya yên bi ser Zagrosê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hate bombekirin.
3. Di 26’ê Sibatê de di navbera saet 18.00-22.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medya li dijî Çiyareş, Gundên Êlê, Fila, Sernê, Nêrweh, Sarkê, Şamkê û Ditaza, Girên Ferhat, Marya û Angola û herêma Çemço yên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hate lidarxistin.
4. Di 26’ê Sibatê de di navbera saet 15.00-18.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Geliyê Feqîra, Girê Şehîd Mazlûm, derdora Ava Zapê, Gundên Bêtkarê, Zêvka û Spindarokê yên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewean û obusan hate bombekirin.
5. Di 25’ê Sibatê de di saet 17.30’an de di navbera navçeya Mêrdînê Nisêbînê û navbera navçeya Şirnexê Cizîrê, di navbera Gundê Qesrikbelek û Girbehê li ser riya Îpekê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ji aliyê gerîla yê me ve du çalakî hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de yên bi çav hate dîtin 2 astsubayê dijmin hate kuştin yek leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê bi du rojan ji aliyê balefirên keşfê li herêmê keşf hatiye kirin herweha ji aliyê yekîneyên veşartî yên ji endamên tevgera taybet pêk tê, keşif tê kirin û kemîn tê avêtin.
27 Sibat 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê