Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 30'ê Tîrmehê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:
Hêzên me saet 6'ê sibehê li girê Şehîd Fîkret ê herêma Bînbîr a navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker ku amadekariya operasyonê dikri çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li st
argeha yekîneya dijmin hate xistin û di encamê de stargeha dijmin bi temamî hate rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 27 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.
Saet 07:45'an, hêzên me li navçeya Şemzînan a Geverê li dijî artêşa TC a dagirker ku di navbera girê Genîş û girê Konserve de rêya ewlekariyê çêdikir, hin çalakiyên sabotajê pêk anîn. Çalakî li dijî dozerên ku rê çêdikirin hate kirin û di encamê de 2 dozer hatin teqandin û kontrayek hate kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşand.
Hêzên me saet 10'an li girê Lêlîkanê yê li herêma Bradostê ya Sîdekan a Başûrê Kurdistanê çalakiyek li dar xistin. Ji 3 baskan ve derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.
2. Artêşa TC a dagirker roja 17'ê Tîrmehê saet 16'an li herêma Garis ya navçeya Dihê ya Sêrtê dest bi operasyonekê kir. Operasyon bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov hate kirin. Di dema operasyonê de yekîneyeke me ya bi erka xwe radibû û yekîneyeke artêşa TC a dagirker li hev rast hatin. Hêzên dagirker ku ji bejahî ve nekarîn li dijî hêzên me şer bikin, bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê yên bi tîpa atap bombe li herêmê barandin. Ji ber bomberdûmanê 3 hevalên me şehîd bûn. Operasyon êvara heman rojê qediya. Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.
- Artêşa TC a dagirker roja 25'ê Tîrmehê li herêma Çemê Karê ya navçeya Berwarî ya Sêrtê dest bi operasyoneke berfireh kir. Li dijî yekîneyeke dijmin a hewl dida li ser girekî nêzî şehîdgeha li herêmê bi cih bibe, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ay Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de heman rojê saet 18:30'î çalakiyek hate lidarxistin. Ji 2 baskan û ji nêz ve derbên giran li yekîneya dijmin hate reşandin û 3 leşker hatin kuştin.
Êvara 26'ê Tîrmehê, artêşa dagirker bi balafirên şer bomberdûmaneke giran li girên Quling, Şehîd Berxwedan û Şehîd Canxort kir. Li dijî yekîneyeke dijmin a ku hewl dida ji bejahî ve xwe bigihîne ser girê Şehîd Berxwedan, hêzên me êvara heman rojê çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê termên leşkerên xwe û yên birîndar bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakir û neçar ma xwe ji girê Şehîd Berxwedan vekişîne.
Hêzên me roja 28'ê Tîrmehê saet 17'an li leşkerên li ser girê Şehîd Sorxwîn xistin. Bi derbên giran 2 leşker hatin kuştin. Heman rojê saet 18:45'an jî hêzên me li dijî yekîneyeke operasyonê ya li ser girê Şehîd Canxort çalakiyek pêk anîn. Ji nêz ve derb li yekîneya dijmin hate xistin û 3 leşker hatin kuştin.
Roja 29'ê Tîrmehê saet 14:30'î, yekîneyek operasyonê ya hewl dida xwe bigihîne ser girê Şehîd Canxort bû hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li yekîneya operasyonê hate xistin, leşkerek hate kuştin, leşkerek jî birîndar bû.
Artêşa TC da agirker ku di operasyonê de derbên giran xwar, neçar ma xwe ji ser gelek giran vekişîne. Hêzên dagirker bi desteka teknîkê, obus û hawan avêtin herêmê. Operasyona li Çemê Karê hîn dewam dike. Di operasyonê de tiştek bi hevalên me nehatiye.
3. 26'ê Tîrmehê li nêzî navçeya Bazîd a Agiriyê, yekîneyeke ji 3 gerîlayên me dema bi erka xwe radibû, kontrayê bi navê Xemgîn (Mehmet Nûrî Ozer) hevalên me Cîgerxwîn (Ahmet Dogûrû) û Stêrk (Sumeyye Gezer) şehîd xist.
Artêşa TC a dagirker ev bûyer weke serketina xwe di medya xwe de weşand. Dewleta dagirker bi nûçeya derewîn ku îdîa kir, kiryarên kuştina kontrayê bi navê Mevlut Bengî hatine kuştin, hewl daye vê komployê weke serketinekê nîşan bide. Kontrayê bi navê Xemgîn, piştî ku hevalên me şehîd xist, hêzên dijmin anî cihê bûyerê. Li vê derê şer di navbera hêzên me û dagirkeran de neqewiye. Ya bû qewimiye, komplo ye. Artêşa TC a dagirker ku li eyaleta me ya Serhedê her ku derdikeve operasyonê derbên giran lê dixwe, ji ber ku ji aliyê leşkerî ve nikare tevbigere, rêbazên qirêj ên şer bi kar tîne û dixwaze bi vî rengî derbê li hêzên me bixe. Artêşa TC a dagirker wê bi van lîstikên xwe yên şerê qirêj nikaribe li hemberî tevgera me bi ser bikeve. Bila gelê me yê welatparêz zanibe, xwîna hevrêyên me Cîgerxwîn û Stêrk wê li erdê nemîne. Hesabê vê yekê wê bi rengê herî giran bê pirsîn.
Nasnameyên Şehîdên me wiha ye:
Nasnav: Cîgerxwîn Amed Nav paşnav: Ahmet Dogûrû Cihê jidayikbûnê: Amed Dayik-Bav: Rahîme-Mehmet Alî Dem û cihê şehadetê: 26'ê Tîrmeha 2018'an / Agirî |
Cigerxwin – Ahmet Doğuru
Nasnav: Stêrk Çarçella Nav paşnav: Sumeyye Gezer Cihê jidayikbûnê: Mûş Dayik-Bav: Husna-Osman Dem û cihê şehadetê: 26'ê Tîrmeha 2018'an / Agirî |
Sterk – Sümeyye Gezer
31’ê Tîrmehê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê