HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. 13’ê Gulanê Artêşa Tirk li devera Qelanis a girêdayî navçeya Hawêl a Sêrtê bi tevlîbûna yekîneyên veşartî dest bi operasyonekê kiribûn. Hêzên me du rojan ev yekîneyên veşatî xistin bi kontrola xwe, piştre 15’ê Gulanê saet 18:40’î girê ku koordîneya operasyonê jî li nav bû kirin hedef.

Di çalakiya ji 3 baskan û ji nêz ve hate lêdan de, yek jê endamê koordîneya operasyonê 3 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC’ê a piştî çalakiyê bi helîkopter û hewanan qad bombe kir, bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine. Piştre jî yekîneyên veşartî yên operasyonê jî ji deverê vekişiyane. Yekîneyên me yên çalakî kirin bi saxî û silametî vegerayîne navendên xwe.

2. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê dom dike de, 16’ê Gulanê saet 12:00’an li dijî tankereke ya sotemenî ya Tirk a li Deriyê Sînor ê Dîlûcû ya Îdirê çalakiyeke ya sabotajê pêk aniye.

Hem wext hêzên me bi xurtî li miduryeta gumrik û qereqola polîsan xistiye. Di encama vê çalakiyê de tankera sotemenî û hemû konteynirên li derdorî şewitîne û tine bûne, polîsên li deriyê sînor jî neçar mane birevin aliyê Azerbeycanê.

Piştî demekê wesayîta zirxî ya bi hewara wan hatin jî bûn hedefa hêzên me û bi xurtî lê hate xistin. Di vê çalakiya ku hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin de, gelek ambûlans û wesayîtên zircî kuştî û birîndar ji herêmê rakirin.

3. 15’ê Gulanê saet 15:20’î balafirên şer ên Tirk devera Şehîd Şahîn a Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kiriye.

16’ê Gulanê balafirên şer saet 13:30’î devera Saca ya Herêma Zapê, saet 17:30’î jî devera Şekîf a Herêma Xaxûrkê û devera Geliyê Avaşîn a Herêma Avaşîn bombe kiriye.

Di van bomberdûmanan de ti ziyan negihiştiye hêzên gerîla.

4. 14'ê Gulanê dema ku balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker êrîşa hewayî bire ser herêma Xinêrê ya Xakurkê ya Qadên Parastinê yên Medyayê hevrêyê me Yusuv Aslan (Aslan Kalkan) şehîd bûye''.

Nasnameyê şehîdê me wiha ye:

Nasnav: Yusuf Aslan

Nav û paşnav: Aslan Kalkan

Cihê jidayîkbûnê: Kayseri

Navê dê û bav: Besime - Hasan

Dîrok û cihê şehadetê: 14’ê Gulana 2019 / Xakurkê

Yusuf – Aslan Kalkan

Hevrê Yûsif ku 1975'an li navçeya Sarizê yê Qeyserî jidayik bûyî, hê bi ciwanî zehmetiyên jiyanê dibîne û ji ber sedemên cuda 1992'an diçine Ewropayê. Dema li Ewropayê hevrê Yûsuf Tevgera Azadiya Kurdistanê ji nêz ve nas dike, li vir texlî nav xebatên siyasî dibe. Hevrê Yûsuf ku dikeve ber bandora çalakiya fedayî ya hevrê Zîlan (Zeynep Kinacî) ya sala 1996'an, bi gotina ''encex li dijî faşîzmê bi şerekî fedayî mirov dikare gelê xwe azad bike'' 1997'an tevlî nav refên Gerîlayên Azadiya Kurditanê dibe. Hevrê Yûsuf ku demek dirêj ji welêt dûr mayî, bi vê bêrîkirinê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê, li Xakurkê dest bi gerîlatiyê dike. Di demeke kurt de entegreyî jiyana gerîla dibe û hevrê Yûsuf tim xwe deyndarî gelê xwe dibîne, bi hêza ku ji nêz ve îdeolojiya Apogerî dinase, zêdetir xwe bi têkoşînê ve dijdîne.

Li gel Xakurkê piştî ku demeke dirêj li Şehîdan û Garê têdikoşe bi Pêngava 1'ê Hezîranê re diçe Eyaleta Amedê ku tim bêrî lêdikir û xeyal dikir li wir gerîlatiyê bike. Piştî bi 6 salan hevrê Yûsuf ku li eyaleta Amedê mohra xwe li ser gelek xebatên serkeftî dixe, piştre vedigere Qadên Parastinê yên Medyayê û li gelek eyaletan xebatên girîng dike.

Hevrê Yûsuf ku bi kesayatiya xwe ya çalakger û jidiliya têkilyan di nav hevalan de pir jê tê hezkirin ne tenê ji hêla xebatên leşkerî ve her wiha di hêla îdeolojîk û siyasî de jî pir geş dibe. Hevrê Yûsuf ku bi bêrîkirina jiyaneke dadmend a mirovahiyê xwe li têkoşînê pêçabû û digot, ''Min şad û bextewar dike ku bi qasî hêza xwe tiştekî ji bo welatê xwe, gelê xwe, Rêbertiya xwe û şehîdan bikim'' û bi vê çarçoweyê nêzî 22 salan bi kedeke mezin xizmetê ji gelê xwe re dike. Xwedîderketin li bîranîna hevrê Yûsuf, ji bo me hevrêyên mayî peywireke girîng e.

Bi vê çarçoweyê di serî de serê malbata hêja ya Kalkan serê gelê Kurdistanê sax be, em soz didin ku alaya têkoşînê ya ku hevrê Yûsuf Aslan dewrî me kiriye bigihînin serfiriziyê.

 

17’ê Gulanê 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê