Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 12'ê Gulanê de li navçeya Qereqoçana Elezîzê li dijî derdora gundên Çiyan, Karaçayan û Bilika ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî bi regê kemîn vedanê ya ji aliyê yekîneyên veşartî berdewam dike.
2. Di 13'ê Gulanê de di saet 17.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî Girê Ortê ya li ser xeta sînore ji aliyê gerîlayê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker ji aliyê gerîlayê me ve hatiye kuştin. Herweha durbîneke nîcon jî hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma çalakiyê û Çiyareşê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
3. Di 13'ê Gulanê de di navbera saet 13.00-18.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajaroka Şeladizê li dijî Şikefta Birîndarê ya bi ser Zapê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
4. Di 7'ê Gulanê de li Sêrtê li dijî herêma Qelendera ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi tevlêbûna polîs û cendermeyan operasyonek berfireh hatiye lidarxistin. Di heman rojê di saet 14.00'an de di navbera gerîlayê me û hêzên dijmin pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de polîsek hatiye kuştin, 2 gerîlayê me jî bi lehengî liberxwedaye û şehîd ketiye.
Nasnameya hevalê me yê şehîd ketiy;
Nasnav: Levent Reşko |
Levent Reşko - Bilal Başboga
Nasnav: Şervan Botan |
Şervan Van - Ayhan Kaçak
14 Gulan 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê