HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 29'ê Hezîranê de, yekîneyên artêşa Tirk a dagirker, rêya navçeya Sêrt Berwariyê û gundê Heşet ê ser bi navçeyê birrîne, gule li wesaîtên gundiyan reşandine û hin konên gundiyan xera kirine. Operasyona artêşa Tirk a dagirker a li qada Kato Heşet û kemînên li gundên Heşet û Norşînê jî dewam dikin. Artêşa Tirk a dagirker her weha di rojên dawî de bi balafirên keşfê li herêma Herekolê keşfê dike.

2. Di 29'ê Hezîranê de, ji aliyê artêşa dagirke a Tirk li bejahiya gundên Axkir, Varîs, Çûkûr û Serserê yên navçeya Bêdlis Xîzanê jî derketine operasyonê û di heman rojê de ji operasyonê vegeriyane.

3. Artêşa dagirker a Tirk ji roja 24 hezîranê ve li dora gundên Nîzyan, Deştiya û Xerxur ên herêma Çiyayê Reş a Sêrtê, kemînan datîne.

30 Hezîran 2013

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê