HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 15’ê Tîrmehê de li navenda Sêrtê li dijî maşîneke polîsan ya dewriye digeriya ji aliyê gerîla yê me ve ji bo zextên li ser gelê kurd tê kirin, çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de qomserek ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin. Di 16’ê Tîrmehê de di navbera polîsan û gerîla yê me de pevçûnek din qewimiye.

Di encama pevçûnê de hevalê me yê bi navê Demhat Agir heta gule ya xwe ya dawî şer kiriye û gihiştiye şahadetê. Di vê pevçûnê de tîmeke taybet jî birîndar bûye.

 

Agahiyên nasnameya gerîla yê me yê şehîd ketiye;

Demhat Agir - Mahfuz Akçay

Navê kod: Demhat Agir
Nav û paşnav: Mahfuz Akçay
Sal û cîhê jidayikbûnê: 1993 / Sêrt
Navê dayik – bav: Muhabbet – Methî
Cîh û sala tevlêbûnê: 2009 / Sêrt
Dîrok û cîhê şahadetê: 16 Tîrmeh 2011 / Sêrt

2. Di 18’ê Tîrmehê de di navbera saet 18.00 – 19.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Ertûş, Girê Şehîd Zekî û Gundê Zêvê ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

3. Di 19’ê Tîrmehê de (îroj) di navbera saet 04.00 – 05.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Ertûş, Girê Şehîd Zekî û Gundê Zêvê ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

19 Tîrmeh 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê