Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. 14'ê Nîsanê saet 08:00 li qada Dadarê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê li qereqoleke ku nû hatibû çêkirin çalakiya sabotajê hate kirin. Di vê çalakiyê de ku li dijî yekîneya dijmin a kete nava qereqolê hate kirin, kontrayek hate kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.
Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi gelek wesayitên zirxî leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.
2. 14'ê Nîsanê bi şev balafirên artêşa TC a dagirker gundên Koziê û Bêpalan û Tepê Hîwa, Tepê Şêx Nasir û Geliyê Zîne Wertê yên herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.
Balafirên şer heman rojê nîvro bombe li geliyên Sinînê û Goşînê yên herêma Xakurkê barandin.
Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatin.
15'ê Nîsanê 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê