Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Dii 6’ê Awrêlê de di derdora saet 23.00’ande li navçeya Sînopê Boyabat ê li dijî wesayîteke polîsan ya dewriye dikir ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê Artêşa TC’ê li herêma çalakiyê operasyonek hatiye destpêkirin. Ev çalakî ji bo bîranîna 4 gerîla yê me yên li Çewlikê şehît ketine û ji aliyê me nasname yê wan nehatiye zelalkirin hatiye lidarxistin.
2. Ji 6’ê Awrêlê ji saetên êvarî û heta niha li Herêmên Parastina Medya li dijî Geliyê Kinyaniş, Girên Şehîd Colemerg, Şehîd Cîhad, Havan, Bircela, Xeregol û Mahîr Mîrzo û Kela Mêrganiş ên girêdayî Zapê ne ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşên havan û obusan tê lidarxistin.
3. Ji 5’ê Awrêlê û vir ve li Herêmên Parastina Medya li dijî Girên Çiyareş, Angola, Cehennem, Şehît Ferhat û gundên Sarkê, Sernê, Bircela, Êlê û piştên Kovî ku bi ser Zapê di serî de li hemû herêma Zapê ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşên havan û obusan tê lidarxistin.
7 Awrêl 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG