HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya gîştî re!

Operasyonên dagirkirinê yên artêşa Tirk li Kurdistanê dimeşîne dewam dikê û tevgera artêşa Tirk li herêma Heftanînê ya di navbera xeta sînor a Şirnexê û Herêmên Parastinê yên Medyayê de ye, bi veguhastina hêzên leşkerî operasyonê berfireh dike.

Bomberdûmana Dıjwar

Ji saet 00:00 ê 19'ê Tebaxê û pê ve qereqola Tepê Meymûn ê li ser xeta sînor a Heftanînê ye, bi hawan, obus û tankan qada Şehîd Kendal daye ber topan. Ji saet 11:00 û pê ve artêşa Tirk hewl daye sînor derbas bike û di navbera leşkerên Tirk û gerîlayên me de şer destpê kiriye. Şer li hin cihan dewam dike. 

Her wiha saet di navbera 13:30 - 18:00 de bi desteka pêgerên hewayî yên bê mirov, balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li qada Şehîd Kendal barandine. Qereqola Tepê Şivan jî saet di navbera 13:00 - 23:00 de obus û hawan avêtiye Girê Partîzan.

Artêşa Tırk Leşker Danî

Ji saet 00:00 ê 20'ê Tebaxê û pê ve, alaya topvanan a Bêcuh, qereqolên Tepê Çete û Tepê Meymûn, bi çekên giran gule li qadên Şehîd Kendal û Deriyê Davetiya reşandin. Di sibeha heman rojê saet di 09.45'an de artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky leşker daniye qada  kaniya Xiyara. Piştî danîna van leşkeran artêşa Tirk ji bo bikeve qada Şehîd Kendal ji 3 baskan ve ketiye nava tevgerê. Gerîlayên me, bi derbên bi bandor li 3 mewziyên artêşa Tirk ên li nêzî qada Şehîd Kendal dane û ev mewzî ketine bin kontrola gerîlayên me. Şerê li vê derê hînê dewam dike. Li hemberî hewldanên pêşveçûnê yên artêşa T.C, gerîlayên me bi çekên giran bersivên bi bandor dane.

Helîkopterên Kobra ê artêşa Tirk Neçar Man Xwe Vekışînın

Her wiha îro saet di navbera 06:00 - 09:30 de, li hemberî tevgera helîkopterên bi tîpa Kobra yên li ser xeta sînor, gerîlayên me bi çekên giran bersiv dane û Kobra neçar mane xwe vekişînin.

Agahiyên li ser veguhastina leşkerî û operasyona li herêmê wê bi raya giştî û gelê me re bi her awayî, her tim ye bên parvekirin.

20 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG