Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Roja 30’ê Gulanê saetên sibê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Findikê ya herêma Gabar a Şirnexê dest bi operasyonê kir. Hêzên me demekê yekîneyek a operasyonê xistin bin kontrola xwe û piştre di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Rizgar û Şehîd Medya Mawa ya li qadê hatibû destpêkirin, heman rojê saet 12:00’an li dijî yekîneya dijmin çalakiya sekvanî lidarxist. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
Roja 17’ê Gulanê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Çirav a Gabarê operasyon dabû destpêkirin. Hêzên me bi yekîneyekî dijmin a operasyonê re hate pêşberî hev û li vir şer qewimî. Di şerê giran ê li herêmê de 4 leşker û 2 kontra hatin kuştin. 3 hevrêyên me yên ku bi qehremantî li dijî hêzên dijmin şer kirin şehîd bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker bi rêya medyaya şerê taybet nûçeya derew ku di vî şerî de hevrêyê me Rojbîn Gever şehîd bûye ji raya giştî re ragihand. Hevrêya me li ser erka xwe ye. Divê gelê me bawerî bi van nûçeyên şerê pîskolojîk a hêzên dagiker neîne. Agahiyên têkildarî nasnameyên 3 hevrêyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.
2. Hêzên me roja 28’ê Gulanê saet 01:30’an li li dijî nuqeteyên kontrolê yên POH (Tevgera Taybet a Polîsan) a li navenda navçeya Lice ya Amedê çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de ji du baskan ve li klubeya polîsan hate xistin û kulubeye bi temamî hate rûxandin û gelek endamên POH’ê hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi wesayîtên zirxî kuştî û birîndarên xwe ji herêmê dûrxist. Artêşa TC’ê bi temamî nuqteyên kontrolê hiştin. Yekîneya me ya ku çalakî lidarxist bi saxlemî gihiştine baregehên xwe.
3. 24’ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker li devera Geliyê Keşan a girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê dest bi operasyonekê kiribû û li qadê kemîn danîbûn. Yekîneyên me heman rojê yekîneyên kemîn danîbûn xistin di bin kontrola xwe de û saet derdorî 16:30’î li dijî vê yekîneyê çalakiyek kirin. Di vê çalakiya bi xurtî li dijmin hate xistin de li ser hejmara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê saet derdorî 22:30’î bi helîkopter û balafirên şer devera operasyonê bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de ti bi gerîlayên me nehatine. Artêşa Tirk nûçeyên direw ên di vê operasyonê de gerîlayên me şehîd bûne belav dikin.
4. 30’ê Gulanê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirkker saet navbera 06:00-06:30’î geliyê Çil û Çar a girêdayî Herêma Xaxûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, saet 08:30’î jî derdora Ava Zapê ya girêdayî Herêma Zapê bombe kiriye. Di vê bomberdûmanê de jî ti windahiyên hêzên me pêk nehatine.
31’ê Gulanê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê