Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Roja 27’ê Tîrmehê di saetên şevê de artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Navsera Cûdî ya li Çiyayê Cûdî ya Şirnexê operasyon da destpê kirin.
Heman rojê balafirên şer saet 22:00’an û roja 28’ê Tîrmehê saet 03:00’an herêm bombeberan kir. Piştî bombeberanê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka helîkopterên Skorsky leşker danî herêmê. Heman rojê saetên nîvro operasyon paşve vekişiya û agahiyên têkildarî operasyonê her ku bidestketin wê bi raya giştî re werin parve kirin.
2. Roja 26’ê Tîrmehê saet 15:30’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li herêma Şêx Hebîb a Bedlîsê barand. Piştî bombebaranê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopeterên Skorsky leşker danî herêmê û dest bi operasyonê kir. Operasyon saetên şevê paşve vekişiya û di encama bombeberanê de 2 hevreyên me şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevreyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parve kirin.
3. Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîn. Di vê çarçoveyê de;
Roja 27’ê Tîrmehê saet 11:30’an balafiran bombe li herêma Sîsa ya herêma Zê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
Roja 28’ê Tîrmehê saet 03:30’an dîsan balafiran bombe li herêma Werxelê ya herêma Zê barandin. Di êrîşa li dijî herêma Zê de ti tiştek bi hêzên me nehatiye.
Roja 25’ê Tîrmehê saet 15:00’an balafirên şer bombe li herêma Girê Bayê yê navçeya Gever a Colemêrgê barandin. Di vê bombeberanê de hevreyên me Firat û Serhildan şehîd bûn.
Agahiyên Derbarê Nasnameyên Hevrêyên Me Yên Şehîd Bûn Wiha Ne;
Nasnav: Firat Jiyan Zagros Nav û Paşnav: Necdet Ayçîçek Cihê Jidayikbûnê: Riha Navê Dayik - Bav: Zehra – Mehmet Cih û Demê Şehadetê: 25’ê Tîrmeha 2019’an/ Gever |
Firat – Necdet Ayçîçek
Nasnav: Serhildan Givara Nav û Paşnav: Emrûllah Cîhan Cihê Jidayikbûnê: Mûş Navê Dayik - Bav: Fatma – Kazim Cih û Demê Şehadetê: 25’ê Tîrmeha 2019’an/ Gever |
Serhildan – Emrûllah Cîhan
Hevreyê me Firat sala 1990’an li navçeya Pirsus a Rihayê di malbateke welatparêz de hate dinê. Hevreyê me Firat li xaka ku lê dijî ji nêz ve bû şahidê zilm û zexta dijmin a li ser gelê Kurd û jibo tinekirina polîtîkayên dagirkeran sala 2015’an beşdarî Tevgera Azadiyê bû. Hevrê Firat ji dema tevlîbûyî destpêkê ve ji xwe re kurahiya di felsefeya Rêbertî de esas girt û di demek kurt de di şêweyê profesyonaltiyê ya gerîla girt. Hevrê Firat nirxên xwe yên pîroz parast û li ser vî bingehî li ser şopa şehîdên me meşiya, di nava jiyana xwe de bi sekna xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve hate heskirin. Hevrê Firat li dijî dagirkeran di nava têkoşînê de bû û heta dawiyê erka xwe bi awayekî baş pêk aniye.
Hevrê Serhildan sala 1987’an li Mûşê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrê Serhildan bi nirxên çandî yên civaka lê mezin bû û di temenê biçûk de polîtîkayên inkar û imhayê yên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd ferq kir. Ji bo azadiya gelê Kurd sala 2014’an beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrê Serhildan di demeke kurt de di xeta leşkerî û îdeolojîk a Rêber Apo de lêhûrbûna xwe kur kir û xwe pêşxist bû mîlîtaneke pêşeng. Li gelek qadên tevgera me erk û berpirsyartî girt û bi dîsîplîneke mezin xeta serkeftinê esas girt. Erka xwe yê herî dawî de li Zagrosê li dijî dagirkeriya dewleta TC’ê ya dagirker bi lehengî şer kir.
Malbatên hêja yên rêhevalên me Firat û Serhildan di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û em soza xwe dubare dikin ku em ê alaya azadiyê ya şehîdên xwe bigihînin serfiraziyê.
29'ê Tîrmehê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê