Ji Çapemenî û Rayagîştî Re
1. Roja 11’ê Îlonê seat 10:30’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li girê Vacîp û Serbend yê navçeya Qileban a Şirnexê bicih bûbûn çalakiyên hemwext pêk anîn.
Bi giranî li herdu girên dijmin hate xistin û hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate testpîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi topên obus û hawanan herêma Geliyê Pisaxa, Xantûr û Partîzan bi rêk û pêk topbaran kir. Di encama topbranê de şewat derket û şewata li heremê hê jî didome.
2. Me ragihandibû ku di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşger a ku li Eyaleta Serhedê hatiye destpêkirin, hêzên me di 11’ê Îlonê de saet di 07.40’an de li dijî wesayîteke zirxî ya Kobra ya li Qada Dîlûcû çalakiyek li dar xist û wesayîta zirxî hatibû îmhakirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin 6 leşkerên di wesayîtê de hatine kuştin.
3. Di daxuyaniya 3’ê Îlona 2018’an de me ragihandibû ku artêşa TC a dagirker roja 11'ê Tebaxa 2018'an li herêma Pîran a navçeya Qileban a Şirnexê bi desteka hewayî dest bi operasyoneke berfireh kir. Bi piştgiriya balafirên keşfê yên bê mirov, balafirên şer û helîkopterên bi tîpa Kobra bomberdûmaneke giran li herêmê kirin. Ji ber vê bomberdûmanê 3 gerîlayên me yên leheng şehîd bûn. Di heman buyerê de rêhevalê me Şoreş ku têkilya wî bi mere qut bûbû şehîd bû.
Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Şoreş Herekol Nav û Paşnav: Kemal Cengîz Cihê Jidayikbûnê: Sêrt Navê Dayik - Bav: Ferîde - Ahmet Cih û Demê Şehadetê: Şirnex / 11’ê Tebaxa 2018’an |
Şoreş – Kemal Cengiz
12’ê Îlonê 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê