HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!

1. Di 20’ê Îlonê saet di 05.00’an de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di navbera gundê Derahinê ya Qilebanê û gundê Giterê ya Elkê bi pêşengiya kontrayan operasyonek daye destpêkirin û hêzên dagirker li qada Goma Çemê Xeçkê girtiye ser malan û şîdet li gel kirine.

Hêzên me di heman rojê de saet di 13.15’an de di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de li dijî yekîneyeke vê operasyonê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 3 leşker hatine kuştin.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li qadê dane. Operasyona hêzên dagirker a li Girê Dem û Gêdûka Gosinê didome.

2. Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me di 20’ê Îlonê saet di 09.30’an de li Çelê ya Colemergê çalakiyek li dar xistine. Hêzên me ji sê aliyan ve li qereqola Girê xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê hêzên me bi silametî vegeriyane baregehên xwe.

3. Di 19’ê Îlonê de balefirên şer ên hêzên dagirker bombe bi ser gel barandiye yên ku hatine ser bax û baxçeyên xwe û 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Artêşa Tirk a dagirker di 20’ê Îlonê de jî bi êrîşên hewayî bombe bi ser sivîlan barandiye.

Di vê çarçoveyê de;

Balafirên şer di saet 22:45’an, gundê Şamkê û derdorî wê yên li Herêma Zapê, saet 22:30’an, gundê Kiyê, Girê Şehîd Dîren, devera Mervanos ên Herêma Avaşîn, saet 22:00 heta 23:00’an jî Girê Colemêrg ê girêdayî herêma Metîna bombe kirine.

Di encama bomberdûmanê de ziyanek mezin gihiştiye bax û baxçeyên welatiyên sivîl.

4. Artêşa Tirk a dagirker 5’ê Îlonê li Gundê Derik ê girêdayî Mûşê dest bi operasyoneke ya dagirkirinê kiribû. Hêzên me yên gerîla li gundê Derikê rastî yekîneyek a operasyonê hatine, li vir bi hêzên dijmin re şer qewimiye. Hêzên me yên gerîla ku tevahiya rojê bi dijmin re ketine nava şer, derbên giran li dijmin dan.

Di şer de 4 hevrêyên me bi qehremanî li dijî dijmin şer kirin û şehîd bûne, hevrêyeke me jî bi giran birîndar ketiye destê hêzên dijmin.

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Çiyager Erganî

Nav û Paşnav: Mehmet Saît Akin

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayikê - Bav: Zehra - Omer

Cih û dîroka Şehadetê: Mûş /6’ê Îlona 2017

Çiyager – Mehmet Sait Akın

 Nasnav: Denîz Derelok

Nav û Paşnav: Rejîn Sitki

Cihê Jidayikbûnê: Amediye

Navê Dayikê - Bav:Marya - Sitki

Cih û dîroka Şehadetê: Mûş /6’ê Îlona 2017

Deniz – Rejin Sıtkı

Nasnav: Jiyan Andok

Nav û Paşnav: Bahar Menteş

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayikê - Bav:Şukran - Fereş

Cih û dîroka Şehadetê: Mûş /6’ê Îlona 2017

 

Jiyan – Bahar Menteş

Nasnav: Koçer Cûdî

Nav û Paşnav: Mehmet Elçîk

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayikê - Bav:Hazmî - Tahîr

Cih û dîroka Şehadetê: Mûş /6’ê Îlona 2017

Koçer – Mehmet Elçik

 

20 İlonê 2017

 

 Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê