HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Di 19’ê Hezîranê saet di 15.30’an de li Şirnexê hêzên me li dijî SÎHA’yê (Wesayîta hewayî ya bêmirov a çekdarî) ya ku dixwest xwe deyne balefirxaneya Şerafettîn Elçî çalakiyek li dar xistiye.

Hêzên me li vê SÎHA’yê dane û SÎHA xistine xwarê. SÎHA di navbera gundê Hoser û navçeya Hezexê de ketiye xwarê û ji hev belav bûye. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker li qadê operasyonek daye destpêkirin. Ev operasyon di 22’ê Hezîranê de bêyî ku encamê werbigire, bi paş ve hatiye kişandin.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me di 6’ê Tebaxê saet di 03.20’an de li dijî artêşa Tirk a dagirker ya li Girê Bayrak a herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

3. Artêşa Tirk a dagirker di 27’ê Tîrmehê de li qada Korxolê ya Çewlikê bi wesayîtên hewayî yên bêmirov û tevî kontrayan operasyonek daye destpêkirin. Artêşa Tirk a dagirker li nava qadê geriyaye û di 4’ê Tebaxê de hêzên xwe ji qadê vekişandiye. Yekîneyên wan ên veşartî li qadê kemînan datîne.

 

6’ê Tebaxê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemenşya HPG’ê