HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 16'ê Hezîranê de de di saet 21.20'an de li Wanê li dijî nîzamiya Qişleya Hecibekirê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encma çalakiyê de 2 leşkerê dijmin ê di nizamiyê de hatiye kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî derdora çalakiyê operasyoneke demkurt hatiye lidarxistin û paş ve vekişiyaye.

2. Di 18'ê Hezîranê de di saet 14.30'an de li Şirnexê li nêzî Tugaya TRT Gabara bi ser çiyayê Gabarêye di navbera gerîlayên me yê YJA-Starê û leşkerê artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de leşkereke dijmin hatiye kuştin.

3. Di 18'ê Hezîranê de di saet 12.00'n de di navbera Çiyayên Agiriyê biçûk û mezin de wesayiteke kar a di xebatê nûkirina qereqolekê de dixebite ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin, operatorê wê jî ji bo lêpirsînê hatiye binçavkirin.

4. Di 18'ê Hezîranê de di saet 19.00'an de li Şirnexê li dijî herêma Girê Çolyaya bi ser Cûdiyê ve ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hate bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

5. Di 18'ê Hezîranê de ji saet 21.30'an heta niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Heftenînê, Sêgoşeya Bêtalma, Geliyê Kuliya, Geliyê Sûlê û Kato Sûlêya bi ser Heftenînêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin. Bombebarana herêmê hîn jî berdewam dike.

6. Di 18'ê Hezîranê de di saet 21.30'an de li Hatayê di navbera navçeyên Îskenderûn û Belenê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşker hatiye kuştin 5 leşker jî birîndar bûye.

19 Hezîran 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê