Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 26’ê Pûşberê de li Wanê li dijî gundên Sekmanis û Kavlikê ku bi ser navçeya Sarayê ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di saet 18.50’ê de di navbera Artêşa TC’ê û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûna hatiye jiyîn de 3 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin.
Her weha çekek ferdî ya G3 , kompîterek û maşîneke wêneyan ya Artêşa TC’ê ji aliyê gerîla yê me hatiye desteserkirin. Artêşa TC’ê piştî pevçûnê bi sê saetan bi helîkopterên skorskyan kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye. Nûçeya 3 birîndara ya di çapemeniya TC’ê de neraste.
2. Di 26’ê Pûşberê de di saet 10.40’an de li Orduyê li dijî nahiye ya Topçam ya bi ser navçeya Mesûdiyê di navbera qereqol û lojmanên leşkerî de li dijî leşkerên kombûyî ji aliyê gerîla yê me ji bo bîranîna gerîla yê me yê bi navê Seyîd Riza çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de 2 leşkerê rayedar hatiye birîndar kirin.
27 Pûşber 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê