HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Rê

1. Li Eyaleta Serhedê bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Serfiraziyê’ hêzên me 26’ê îlonê saet 15.10’an li Çaldêrranê ya Wanê, li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku ewlehiya Qereqola Kevirê Şamiyan digiritin rêze çalakiyeke sekvaniyê pêk anîne.

Di encama çalakiyan de 1 leşker hatiye kuştin, 1 jê birîndar bûye. Piştî çalakiyê artêşa dagirker bi obûs û hawanan derdor bombek iriye.

2. Hêzên me bi çarçoweya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Besayê Pêngava Şoreşger dane destpêkirin û îro saet 07.10’an li Silopya ya Şirnexê li dijî Santrala Termîkê ya Bêspînê çalakiyeke saboatajê kirine. Di encamê de xeta elektrîkê bi temamî îmha bûye.

3. 25’ê Îlonê sibehê artêşa TC’ê ya dagirker li Şemzînanê ya Colemêrgê operasyonek wê qadê kiriye ku gundê Tûyê, Warê Sêva û Omeryan vedihewîne navxwe. Artêşa TC’ê ya dagirker ku li eraziyê xebatên lêgerînê dikriin 26’ê Îlonê bê encam vekişiyane.

4. 26’ê Îlonê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî kirine. Bi vê çarçoweyê saet 10.30 û 12.00’an li herêma Qendîlê Girê Saaş, li herêma Heftanînê derdora gundê Şêraniş, li qada Mêtîna geliyê Beşîrî, li herêma Avaşînê qada Bastya û li herêma Xakûrkê derdora Çemê Lolanê bome kirine. Di van êrîşan de ti ziyan negihaye hêzên me, eraziyên navborî ziyan dîtine, bax û baxçeyên gel ziyan dîtine.

 

27’ê îlonê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê