Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li herêma Xakurkê;
— 3'ê Sibatê saet di 13:30'î de li hemberî dagirkerên li Girê Şehîd Kamûran çalakiyeke koordîneyî ya gerîla hate kirin. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran xist ku çeper çêdikirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi sekvaniyê li dagirkeran xist. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 4 kamerayên mobesse hatin îmhakirin.
— 3'ê Sibatê saet di 13:50'î de li Girê Şehîd Kamûran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
2. Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
— 2'ê Sibatê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexe û bi dronên teqemenî barkirî;
— 31'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, çeperên me yên şer 2 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
— 1'ê Sibatê li herêma Zapê, çepera me ya şer a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hate bombekirin.
4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
— 31'ê Çileyê, 1, 2 û 3'ê Sibatê li herêma Qendîlê qadên Boblîska, Kortek, Dola Şehîdan 5 caran, li herêma Garê qadên Yekmalê, Girê Sîser, Girê reşît 5 caran, li herêma Metînayê qadên Dergelê, Serê Metîna, Bêşîlî 5 caran, li herêma Zapê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm carekê, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 7 caran, li herêma Xakurkê qadên Ava Lolanê, Şehîd Şerîf 3 caran; bi giştî 26 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
— 2'ê Sibatê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.
4’ê Sibata 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê