Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Roja 27’ê Gulanê (duh) seat 23:00’an artêşa TC’ê ya dagirker li dijî herêma Şehîd Derwêş û Şekîf yên herêma Xakûrkê ya Başûrê Kurdistanê operasyona dagirkeriyê da destpê kirin. Hêzên dagirker piştî bombebarana giran a balafirên şer û helîkoperean bi danîna leşkeran a li herêmê xwestine hebûna xwe bidin nîşandan.
Çapemeniya şerê taybet, têkilî vê pêvajoyê halanên serfiraziyê di xwe dide, dixwaze rastiyê berevajî bike, bi daneyên derew û şaş hewl dide ku berfirehiya operasyona lidarxistî mezintir nîşan bide. Ev hewldana operasyona bejahiyê ku hewldana pêvajaoya şer a ku par li herêma Lêlikanê dest pê kirî bibin herêmeke dî jî, navê wê çawa were danîn jî, diyar e ku wê bersiva karîger a Gerîlayê Azadiya Kurdistanê bibîne û yek ji têkçûna giran a dîroka xwe wê bixwe.
Têkildarî bombebaran û operasyona li herêmê ya didome de wê agahiyên berfireh têkildarî pêvajoya operasyonê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.
2. Bi çarçoveya Pêngava Serfirazî ya Şoreşê ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me roja 27’ê Gulanê li dijî wesayîtên zirxî û leşkerên piyade yên artêşa TC’ê ya dagirker ku ber bi rêya Qereqola Başaran a navçeya Başan Îdirê ve diçûn çalakiya sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de wesayîta Amarog hate derb kirin, 5 leşker hatin kuştin û gelek leşker birîndar bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi wesayîtên zirxî û ambûlansan kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir û li herêmê operasyon da destpê kirin. Ev operasyon saetên şevê bêyî ku encam bigre paş ve vekişiya.
28’ê Gulanê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê