HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî operasyona dagirkeriyê ya ku li Xakûrkê didome de roja 30’ê Gulanê saet navbera 11:00 û 12:0’an de li dijî leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker ên li Girê Şehîd Botan bicih bûbûn çalakiya sabotajê lidarxist. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndaren xwe ji herêmê rakir.

Di daxuyaniya 2’ê Hezîranê de me ragihandibû ku roja 1’ê Hezîranê hêzên me li Girê Şehîd Derwêş li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakiyek lidarxistibû û di çalakiyê de 9 leşker hatibûn kuştin û gelek leşker jî birîndar bûbûn. Divê çalakiyê de hevreyên me Brûsk û Mizgîn bi fedayî li gel dagirkeran şer kirin û bi giranî birîndar bûn. Tevî hemû mudaxleyan hevreyên me nehatin rizgarkirin û roja 2’ê Hezîranê şehîd bûn. Nasnameyên hevreyên me ku li Xakûrê tevî hemû teknîka di destê dijmin de navê xwe di berxwedana dîrokî de nivîsandin wê piştre bi raya giştî re were parve kirin.

Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de yekîneyekî artêşa TC’ê ya dagirker ku ewlehiya rêya dinavbera Colemêrg - Çelê ya herêma Dêrava Qesranê a navçeya Çelê ya Colemêrgê pêk dianin, xistin bin kontrola xwe. Yekîneya dijmin ku demeke dirêj hêzên me xistin bin kontrola xwe roja 1’ê Hezîranê saet 20:30’an kir hedef. Hêzên me ji nêz ve bi giranî li yekîneya dijmin xistin. Divê çalakiyê de e leşkerên payebilind hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Dibe ku hejmara kuştî û birîndaran zêdetir bin jî. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka balafirên keşfê û helîkoperên kobra kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir. Yekîneya me ku çalakî lidarxist bi saxlemî gihiştin baregehên xwe.

2. Artêşa TC’ê ya dagirker roja 21’ê Gualnê li herêmên Tepê Reş, Tepê Vizik, Tepê Dûmanlî û Tepê Karargah ên herêma Kizil Kilîse ya navçeya Qaxizman a Qersê dest bi operasyonê kir. Li herêma Tepê Reş hêzên me yekîneya dijmin ku kemîn diavêtin xistin bin kontrola xwe û di çaroveya Pêngava Serfirazî ya Şoreşgerî roja 31’ê Gulanê saet 11:00’an çalakiya sabotajê lidarxist. Divê çalakiyê de qasî hate tespîtkirin leşkerek hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.

3. Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medayayê êrîşên hewayî pêk anîn. aDivê çarçoveyê de;

Roja 2’ê Hezîranê saet 09:00’an balafirên şer bombe li Girê Şehîd Derwêş a herêma Xakûrkê barandin.

Roja 3’ê Hezîranê (Îro) balafirên şer bombe li Girê Hakkarî yê herêma Metînayê barandin.

Di van bombebaranan de tu windahiyekî canî ya hêzên me çênebûn.

3'ê Hezîrana 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê