ji bû çapemenî û raya giştî re!
Li dijî êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî gelê Kurd, çalakiyên bi bandor ên gerîlayên me yen HPG/YJA Starê dewam dikin. Di çalakiyên gerîlayen me de 12 leşker hatin kuştin.
Şeva 12'ê Îlonê de saet di 23:00 de gerîlayên me li hemberî stasyoneke bazê ya Turkcell, Vodafone û Avea ya li gundê Hirmiyê yê navçeya Colemêrg Geverê çalakiyeke sabotajê pêk anîn û di encamê de stasyona bazê bi temamî hat rûxandin.
Di roja 12'ê Îlonê de saet di navbera 16:00-17:00 de, li herêma gundê Dawuşa yê navbera Colemêrg-Çelê gerîlayên me kontrola rê kirin. Hêzên me yên gerîla li vê derê nasname kontrol kirin û der barê pêvajoyê de agahî dan gel.
Di 12'ê Îlonê de saet di 16:00 de, tîmekî gerîlayên me, li hemberî Girê Meşkan ê ser bi navçeya Colemêrgê çalakiyên sûîqestê kir û di encamê de leşkerek mir, leşkerek jî birîndar bû. PiştÎ çalakiyê artêşa T.C hawan avêt Geliyê Marînosê.
Di roja 13'ê Îlonê (îro) saet di navbera 05:45-06:30 de, hêzên me yên gerîla bi çekên navîn û giran li 2 helîkopterên Kobra yên girê Meşkanê bombe dikirin, dan. Helîkopterên li vê derê derb xwarin, neçar man xwe vekişînin. Li vê qadê bi desteka balafirên keşfê, bi hawanan bomberdûman hat kirin.
ÇALAKIYA LI HEMBERÎ QEREQOLA GRANA
Di roja 12'ê Îlonê de saet di 15:30 de, li hemberî qereqola Grana ya li ser xeta sînorê Avaşînê, gerîlayên me tevî çalakiyên sûîqestê ji 4 baskan ve bi çekên giran û ferdî li girê qereqolê xistin. Di çalakiya sûîqestê de leşkerek hat kuştin û di encama derbên bi bandor ên li hemberî girê qereqolê de jî şewat li ser gir derket. Di çalakiya li hemberî girê qereqolê de 4 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê, qereqola Grana obus û hawan avêt herêma Govendê.
WAN
Di 12'ê Îlonê de saet di 15:10'an de, li hemberî leşkerên li dora qereqola Xabisa ya ser bi navçeya Wan Şaxê nobed digirtin, hêzên me yên gerîla çalakî pêk anîn û di encama derbên li vê derê de 4 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa T.C bi hawan, obus û tankan derdor bomberdûman kir. Nîv saet piştî çalkaiyê bi helîkopteran mirî û birîndar hatin rakirin.
Di roja 12'ê Îlonê de saet di 16:00 de hêzên me yên YJA Starê li ser rêya navbera navçeya Wan Şax û navçeya Sêrt Berwariyê kontrola rê kirin. Piştî kontrola rê der barê pêvajoyê de gel agahdar kirin.
ŞIRNEX
Di roja 13'ê Îlonê (îro) saet di 05:40 de li hemberî nuqteyeke polîsan a li pêşiya Şirnexê tîmeke me ya gerîla çalakiyek pêk anî û di encamê de nuqteya polîsan bi temamî hat îmhakirin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiya ku niha dewam dike, wê piştre bên parvekirin.
AMED
Di roja 13'ê Îlonê (îro) rêya di navbera Amed-Çewlikê de; ji saet 07:00 û vir ve di bin kontrola hêzên me yên gerîla de ye, ku xebatên agahdarkirina gel û kontrola nasnameyan dimeşînin.
Ji êvara 10'ê Îlonê û vir ve, bi beşdariya gelek leşkerên ji Êlih, Pasûr û Amedê, her wiha bi tevlîbûna leşkerên ewlekariya bendava Farqînê dikirin, li qada Şehîd Baran a ser bi navçeya Amed Farqînê operasyoneke berfireh hat destpêkirin. Vê hêza operasyonê xwest ji 4 baskan ve bikeve nava qada Şehîd Baran. Di roja 11'ê Îlonê de saet di 15:30 de bi 2 helîkopterên Skorsky û 2 helîkopterên Kobra re leşker ji bo Girê Ziyaretê û Gundê Dêrika Mixurê hatin veguhastin. Di dema rabûna helîkoptera Skorsky de bi çekên ferdî û navîn, ji cihekî nêz derbên bi bandor li helîkopterê hatin xistin û helîkoptera Skorsky ji ber derbên giran xwar, ji herêmê dûr ket. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, ev helîkopter ketiye. Her wiha îro saet di 17:30 de 2 helîkopterên Kobra xwestine li cihê çalakiyê bixin û tîma me ya gerîla bi çekên ferdî û navîn li van her du helîkopteran jî xistine. Helîkopterên derb xwarin, ji herêmê çûn. Ji ber êrîşên helîkopterên Kobra ev 3 roj in li herêmê şewat derketiye.
BEDLÎS
Di 12'ê Îlonê de saet di 18:00 de gerîlayen me li hemberî qereqola Hurbuz a Bedlîsê de , çalakiya sûîqestê pek anin di ve çalakîye de leşkerek hat kuştin.
ÇEWLIK
Di 13'ê Îlonê (îro) de saet di 08:30 de hêzên me yê gerîla li ser rêya Kanîreş-Gimgimê kontrola rê kirin û der barê pêvajoyê de agahî dan gel. Ev rê hînê di bin kontrola hêzên me yên gerîla de ye.
ÎDIR
Ev 3 roj in artêşa T.C bi helîkopterên Kobra li qada Kirêkor a ser bi Îdirê dixe. Her çend beşek ji hêzên vê operasyonê xwe vekişandibe jî, yekîneyên veşarî li herêmê hatine hiştin.
DÊRSIM
Di roja 12'ê Îlonê de saet di 03:00 de li dijî qereqola Tornova ya ser bi navçeya Dêrsim pulurê çalakiyeke sûîqestê hat kirin û di encamê de leşkerek hat kuştin. Piştî çalakiyê leşkeran bi çekên giran û hawanan derdor bomberdûman kirin. Her wiha balafirên keşfê jî li herêmê tev geriyan.
Heman rojê saet di 19:00 de li hemberî stasyona bazê ya şîrketa Avea ya li gundê Degîrmendere yê navçeya Dêrsim Pulurê, hêzên me yên YJA Starê çalakiyeke sabotajê pêk anîn û di encamê stasyona baz bi temamî hat rûxandin.
ÊRÎŞÊN BI OBUS, HAWAN Û TANKAN DEWAM DIKIN
Li herêm3En gerîlayen me bi bombardûmanen bi obus, hawan û tankan jî dewam dike
Di roja 12'ê Îlonê de saet di navbera 10:00-11:30 û 18:00-20:00 de qereqola Grana ya li ser sînorê herêma Avaşînê qada Govendê û qereqola Oremarê ya li navçeya Colemêrg Geverê jî qadên Şehîd Gafûr û Şehîd Bager ên herêma Avaşînê bi obus, hawan û tankan bomberdûman kir.
Di oja 12'ê Îlonê de saet di 17:50 de qereqola Bezelê ya li navçeya Colemêrg Şezmînanê, qada Çarçela bi obus, hawan û tankan bombe kir.
Di roja 12'ê Îlonê de saet di navbera 11:00-12:00 de qereqola Girê Çete ya li ser sînorê Heftanînê, bi desteka pêgerên hewayî yên bê mirov ên keşfê re, qada Deriyê Davetiya bi obus, hawan û tankan bombe kir.
Di roja 12'ê Îlonê de saet di 23:00 de Alaya Golan a Erdexanê, bi tankan li daristana Şehîd Sîdar a li navçeya Erdexan Çankayayê xist.
Di roja 12'ê Îlonê de saet di navbera 12:00-17:00 û 18:00-19:00 de qereqola Êrîş a li ser sînorê Zapê ye qada Xeregolê, saet di navbera 18:00-19:00 de jî qereqola Bilicanê qada Garêya Biçûk bi obus, hawan û tankan bombe kir.
LI AVAŞÎN, HEFTANÎN, GARÊ Û ZAPÊ TEVGERA KEŞFÊ
Di roja 12'ê Îlonê de saet di navbera 12:00-19:00 de li herêma Avaşînê, saet di navbera 11:00-21:00 de li herêma Garê, saet di navbera 21:00-00:00 de jî li herêma Zapê bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin.
13 Îlon 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG