HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li herêma Heftanînê;

23'ê Tebaxê saet di 15:00 de li qada Girê Qesrokê bi rêbaza sûîqestê li kamerayeke mobesse ya dagirkeran hate xistin û hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin. 23'ê Tebaxê saet di 16:00 de li qada Girê Qesrokê bi rêbaza sûîqestê kamerayeke mobesse ya dagirkeran hate îmhakirin.

2. Li herêma Xakurkê;

22'ê Tebaxê saet di 09:00 de bi çekên giran 2 caran li dagirkerên li qada Girê Koordîneyê hate xistin.

3. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

 20'ê Tebaxê saet di 18:10'an de li Qada Berxwedanê ya Sergelê, Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş bi amûrên hewayî li dagirkeran xist. Di encama çalakiyê de derb li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî hate xistin.

22'ê Tebaxê saet di 17:33 û 17:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

23'ê Tebaxê saet di 06:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

25'ê Tebaxê saet di 11:00 de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

24'ê Tebaxê saet di 02:00 de li Qada Berxwedanê ya Sergelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

4. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

 23'ê Tebaxê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

 5. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

 Di navbera 22-26'ê Tebaxê de li Herêma Garê qadên Girê Kun, Bêbadê, Şikeftiyan 6 caran, li Herêma Xakurkê qadên Xinêreya Jor, Berbizinê, Şehîd Bêrîtan, Şehîd Şerîf, Sinînê 16 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî carekê, li Herêma Qendîlê Qada Girê Şehîd Cîhan carekê; bi giştî 24 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

23 û 25'ê Tebaxê li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metîna û li Herêma Xakurkê Qada Şehîd Bêrîtan bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

26’ê Tebaxa 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê