HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li Herêma Zapê;

20'ê Gulanê saet di 11:05'an de li Qada Berxwedanê ya Kurojahro bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di encamê de konteynirek dagirkeran îmha bû. Hejmara dagirkerên di konteynirê de hatin cezakirin û yên birîndar bûn nehate zelalkirin.

2. Li Herêma Metînayê;

22'ê Gulanê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

3. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

22'ê Gulanê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku bi dedektorê li qadê digeriyan bi çekên nîv otomatîk çalakî hate kirin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

4. Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

22'ê Gulanê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 2 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr û carekê jî bi teqemeniyên qedexekirî hatinb ombekirin. Hate tespîtkirin ku gazên kîmyewî yên bi gaza îsotê hatin bikaranîn bi rengê pirtiqalî bûn.

22'ê Gulanê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

22'ê Gulanê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

5. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

22'ê Gulanê li herêma Xakurkê qadên Sinînê, Lolan, Girê Şehîd Şerîf 4 caran, li herêma Metînayê qada berxwedanê ya Dergelê carekê, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê qada berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran; bi giştî 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

23ê Gulana 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê