HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li herêma Xakurkê;

14’ê Tîrmehê di saet 21:00’an de hêzên me mudaxele li helîkoptera skorsky a dagirkeran ku xwestin li Girê Şekîfê leşkeran danin kirin. Piştî mudaxeleya hêzên me helîkopter neçar ma ji qadê dûr bikeve.

17’ê Tîrmehê di saet 10:40’an de dagirkerên li Girê Şekîfê bi çekên giran hatin xistin.

2. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

15’ê Tîrmehê di saet 00:30’an de konvoya ku kelûmelên leşkerî û dagirkeran wediguhest Qada Berxwedanê ya Sergelê ji du milan ve bi awayekî bi bandor hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî û 2 kamyon hatin îmhakirin. Hejmara dagirkerên ku di nava wesayîtên Kîrpî de hatin cezakirin û birîndarkirin nehat zelalkirin. Dagirkeran piştî vê çalakiyê bi vînç û kamyonan enqaza wesayîtên xwe yên hatî îmhakirin ji cihê çalakiyê birin.

17’ê Tîrmehê di saet 16:45’an de dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê FM pêş ve biçin, bi taktîka sabotajê hatin xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

17’ê Tîrmehê di saet 18:00’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi çekên nîv otomatîk hatin xistin û mewzîyek hate derbekirin.

3. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

17’ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 car bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

17’ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 8 car bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

17’ê Tîrmehê qadên Şehîd Şerîf, Kolît ên herêma Xakurkê 3 car, qada Dêreşê ya herêma Garê carek, Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Amediyê ya Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 2 car, bi giştî 6 car bi balafirên şer hatin bombekirin.

18’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin. Piştî bombebaranê li qadê şewat derket.

18ê Tîrmeha 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê