Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
— 3'ê Gulanê saet di 14:20, 13:15 û 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkerên ku ketin nava liv û tevgerê çalakiyên sekvaniyê hatin kirin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin kirin.
2. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
— 1, 2, 3, 4 û 5'ê Gulanê li herêma Garê qadên Repînê, Deşta Nehlê, Dêreşê û Zêvkê 6 caran, li herêma Metînayê qada Bêşîlî 4 caran, li herêma Xakurkê Ava Lolanê û qada Kolîtê 2 caran; bi giştî 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
— 3, 4 û 5'ê Gulanê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Îbrahîm, Golka, Dergelê, Girê Amediyê, Girê Cûdî, Girê Şehîd Pîrdogan, Bêşîlî û Şêlazê bi helîkopterên êrîşê û çekên giran hatin bombekirin.
6ê Gulana 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê