Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
— 17'ê Mijdarê saet di 14:35'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin ku hewl didan têlên bi sitirî li dora qadê birêsin. Piştî çalakiyê liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
— 17'ê Mijdarê saet di 11:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 2 droneyên dagirkeran bi çekên ferdî hatin xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
— 18'ê Mijdarê saet di 15:35'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar droneyeke dagirkeran bi çekên ferdî hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
— 18'ê Mijdarê saet di 09:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê hate îmhakirin.
— 18'ê Mijdarê saet di 23:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 teqemenî û kamerayeke mobesse ya dagirkeran ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin îmhakirin.
2. Li Herêma Xakurkê;
— 18'ê Mijdarê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Mesken bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
3. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
— 17 û 18'ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
— 17, 18, 19 û 20'ê Mijdarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Qele, Berbizinê, Lolan, Girê Şehîd Hawar, Kendekola, Sinînê 10 caran, li Herêma Garê qadên Girê Kun, Deşta Kafya, Girê Sîser, Zêvkê, Dêreşê, Deşta Nehlê, Ergenê 12 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar 3 caran; bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
— 17 û 19'ê Mijdarê li Herêma Xakurkê Qada Berxwedanê ya Sinînê 2 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 17 caran; bi giştî 19 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
20’ê Mijdara 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê