Çapemenî û Raya Giştî Re!
Di encama çalakiyên ku hêzên me li dar xistin de 5 dagirker hatin cezakirin.
Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 2 caran bi çekên kîmyewî, 4 caran bi balafirên şer, dehan caran jî bi obus û tankan bombebaran kir.
Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me û êrîşên dijmin wisa nin:
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
– 7'ê Mijdarê saet di 08:00, 08:20 û 17:20 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran 3 caran li dagirkeran xistin.
– 7'ê Mijdarê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê a Sîdayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran û ferdî li dagirkeran xistin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.
– 7'ê Mijdarê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil, dagirkerên ku ji bo dagirkeriyê rê çêdikirin bûn hedefa tîmên me yên bi tevger. Di encama çalakiya bi çekên giran de 1 dagirker hate cezakirin.
– 7'ê Mijdarê saet di 22:40'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de 1 dagirker hate cezakirin.
2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;
– 7'ê Mijdarê saet di 14:25 û 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, dagirkeran 2 caran bi çekên kîmyewî êrîş birin ser çeperên şer ên li Şehîd Felat.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– 7'ê Mijdarê Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 4 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
– 7'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Sîda, Çemço, Girê FM û Girê Amediyê bi dehan caran bi obus û tankan bombekirin.
8 ê Mijdar a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê