Çapemenî û Raya Giştî Re!
Di encama çalakiyên hêzên me de 8 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn û 6 konên leşkerî hatin îmhakirin.
Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê bi dehan carî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.
Agahiyên berfireh yên li ser çalakiyên me û êrîşên dijmin wiha nin:
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
– 29'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran 6 caran li dagirkeran xistin. Di encama çalakiyan de 5 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn û 6 kon hatin îmhakirin.
– 29'ê Mijdarê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.
– 29'ê Mijdarê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.
2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– 29'ê Mijdarê Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi dehan carî bi obus, tank û çekên giran hate bombekirin.
30 ê Mijdar a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê