Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!:
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
— 10’ê Nîsanê di saet 12.30’an de bi çekên ferdî li sîstemeke kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM hate xistin û hate îmhakirin.
— 10’ê Nîsanê di saet 17.00’an bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên ku dixwestin li Qada Berxwedanê ya Girê FM sîstema kameraya mobesse bi cih bikin, hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.
2. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
— 10, 11 û 12’ê Nîsanê qada Deşta Kafya ya herêma Garê 4 caran, Qada Serê Metîna û Bêşîlî ya herêma Metînayê 2 caran, Qada Girê Cûdî û Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 5 caran, qada Lolan, Kolît û Girê Şehîd Şerîf ê herêma Xakurkê 4 caran, bi giştî; 15 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
13ê Nîsana 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê