Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
— 30’ê Kanûnê di navbera saet 09.00 û 18.40’an de bi çekên giran li dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tevger bikin, hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
— 31’ê Kanûnê di saet 12.00’an bi çekên nîv otomatîk li dagirkeriyên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.
— 31’ê Kanûnê di navbera saet 14.40 û 15.40’an de bi çekên giran li dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tevger bikin, hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
— 31’ê Kanûnê di navbera saet 14.30 û 15.30’an de hêzên me yên YJA Starê mudaxeleyî tevgera helîkopterê ya li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kirin.
— 1’ê Çileyê di saet 07.30, 12.00, 12.20 û 16.50’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û derb li 3 çeperan hate xistin.
— 1’ê Çileyê di saet 15.00’an de bi taktîka sekvaniyê kamereyeke mobesse ya li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi gaza kîmyewî, teqemeniyên qedexe û bi dronên teqemenî barkirî;
— 30 û 31’ê Kanûnê 3 caran bi dronên bombebarkirî çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl hatin bombebarankirin.
3. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
— 29, 30, 31’ê Kanûnê û 1’ê Çileyê Deşta Kafya, qada Şiyê, Yekmalê, Gûzê herêma Garê 6 caran, qada Dergelê, Golka, Şêlazê ya herêma Metînayê 5 caran, qada Sinînê, Ava Lolanê, Şehîd Şerîf, Girê Rostê ya herêma Xakurkê 18 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 2 caran, qada Şehîd Îbrahîm a herêma Zapê 1 caran; bi giştî 32 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
— 30’ê Kanûnê bi helîkoptera êrîşê herêma Xakurkê hate bombebarankirin.
— Herêmên Xakurkê, Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatin bombebarankirin.
2’ê Çileyê 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê