Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
– 26'ê Tebaxê saet di 10:50'î de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li ser Girê Şehîd Serxwebûn dan. Di vê çalakiyê de bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin hate xistin.
– Heman rojê saet di 18:40'î de li qada Çiyayê Reş, hêzên me li 2 droneyan xistin. Di encama çalakiyê de droneyek hate îmhakirin, droneya din jî neçar ma ku ji herêmê biçe.
2. Li qadên berxwedanê yên Girê Sor û Werxelê yên herêma Avaşînê;
– Artêşa Tirk a dagirker ku li qadên berxwedanê yên Werxelê û Girê Sor li pêşberî berxwedana dîrokî ya hêzên me nikare bi pêş ve biçe, bi bikaranîna gazên kîmyewî dixwaze berxwedana hêzên me bişikîne. 26'ê Tebaxê saet di navbera 17:00-23:45'an de û 27'ê Tebaxê saet di 06:00 de qada berxwedanê ya Werxelê bi gazên kîmyewî û teqemeniyan hate bombekirin. Hêzên dagirker ku sûcê şer dikin, li gel van êrişan jî nikare bi berxwedana hêzên me.
– 25'ê Tebaxê saet di navbera 18:00-22:45'an de dagirkeran bi teqemenî û gazên bi jehr bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barandin û piştre xwest bi pêş ve biçin. Bi destwerdana berxwedêrên Werxelê re dagirker hatin rawestandin.
Li ser qadên berxwedanê liv û tevgera drone û balafirên keşfê dewam dike.
3. 26'ê Tebaxê saet di navbera 17:30-18:30'î de li herêma Zapê qada Karker bi balafirên şer hate bombekirin.
26'ê Tebaxê saet di 18:30'î de li herêma Zapê qada Kûnîşka bi balafirên şer hate bombekirin.
– 26'ê Tebaxê saet di navbera 10:00-10:30'î de li herêma Xinêrê li qada Kendekolê derdora Şehîdgeha Şehîd Şerîf bi balafirên şer 3 caran hate bombekirin.
27’ê Tebaxa 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê