Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Dİ 20’ê Mijdarê de di navbera saet 18.00-20.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Keşanê ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
2. Di 18’ê Mijdarê de li navçeya Mêrdîn Midyadê li nezî gundê Kertwînê li dijî xeta luleyên petrolê yê Botaşê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê xela luleyên petrolê zirar dîtiye. Herweha nûçeyên di çapemeniyê de di derbarê operasyonê de derbas dibin dûrî rastiyê ne.
3. Di 17’ê Mijdarê de li navçeya Şirnex Silopiyê li dijî komek polîsên nêzî Muduriyeta Ewlehiyê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de yek jê giran 3 polîs birîndar bûye.
21 Mijdar 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê