Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 30’yê pûşperê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Bagok û Keserê ku girêdayî Mêrdînê ne operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona ku du rojan berdewam kiriye de piştî ku encamek nehatiye girtin di 2’yê tîrmehê de leşkerên artêşa TC’ê di daristanê de şewat derxistine û bi paş ve vekişiyane.
2. Di 1’ê tîrmehê de li qada Tixubê ku girêdayî Çelêya Colemêrgê ye li derdora kaniyek mayînek teqiyaye û eydî gundiyên derdorê gelek sewal telef bûne. Mîna ku serfermandariya TC’ê angaşt dike û nûçeyên çapemeniya tirk dibêjin, berevajî van ev mayîn ne ya hêzên gerîlayên me ye û ji hêla artêşa TC’ê ve ku qet jiyana sivîlan berçav nagire ve hatiye raxistin. Divê gelê me li van nûçeyên bêbingeh baweriya xwe neynin.
3 Tîrmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê