HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li herêma Xakurkê;

7'ê Adarê saet di 13:20'î de li Girê Şehîd Kamûran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

2. Li herêma Zapê;

9'ê Adarê saet di 14:00 de li qada Şehîd Diyar bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

3. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

8'ê Adarê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

4. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

7, 8 û 9'ê Adarê li herêma Metînayê qadên Şêlazê, Golka û Serê Metînayê 5 caran, li herêma Rojvayê Zapê ya Şehîd Delîl qadên Girê Bihar, Girê Amediyê û Girê Cûdî 6 caran, li herêma Xakurkê qada Ava Lolanê 4 caran, li herêma Zapê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm 2 caran, li herêma Garê qadên Kanî Sarkê û Girê 2 caran bi giştî 19 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

7'ê Adarê qada Ava Lolanê ya herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

5. 8'ê Adara 2024'an di bombardûmana hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de ji Şêladizê Seîd Mubarek û Aras Ferec şehîd bûn û kurê Seîd Mubarek Salih Mubarek jî birîndar bû. Beriya her tiştî em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û şîfayê ji Salih Mubarek ê birîndar re dixwazin. Di heman demê de 20'ê Sibata 2024'an pêşmergeyên bi navê Arîf Taha û Beşîr Omer Alî di bombardûmana hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûn. Dewleta Tirk a dagirker ku dijminê sondxwarî yê Kurdan e, bi zanebûn êrîşî gelê herêmê dike, sivîlan qetil dike û bi vî rengî sûcê şer dike. Hesabê wê yekê dike ku bi vî rengî gelê Kurd ê welatparêz bitirsîne û bitepisîne. Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî gerîla nikare şer bike, bi rengekî namerdî ji hewayî bombeyan li mirovên sivîl û bêguneh dibarîne. Gelê me yê Kurdistanê yê welaparêz divê zanibe ku; ev namerdiya dewleta Tirk wê jê re nemîne.

10ê Adara 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê