Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 10’ê mijdarê de danê sibehî saet di navbera 11:00-11:30’an û bi şev saet di navbera 18:00-19:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qadên Şîvê û Dola Şîvê ku girêdayî Zapê ne êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.
2. Di 6’ê mijdarê de li bejahiya navçeya Mûtkî ku girêdayî Bedlîsê ye, du gerîlayên me yên bi navê Ciwan (Asim Muhammed) û Şiyar (Mûlazim Aysal)ku çûne peywirekê gihîştine şehadetê.
Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd de;
Ciwan Dêrik Asim Muhammed 1982 / Dêrika Hemko 1999 / Dêrika Hemko Şerife Muhammed Emin 6 Mijdar2009 / Mutkî, Bedlîs |
Ciwan Dêrik:
Rêheval Ciwan di sala 1982’yan de li Dêrika Hemko ku li Başûr Rojavayê Kurdistanê ye hatiye dinê. Rêheval Ciwan, ji ber ku di malbateke welatparêz de mezin dibe û ji rêxistinê re biyanî nîn, bi awayekî çalak di nava xebatan de dimîne. Piştî dîlketina Serokatî, hevalê Ciwan wekî bersivdayîn tevlî refên gerîla dibe û jiyana xwe ya gerîlatiyê li Qendîlê dide destpêkirinê. Piştre berê xwe dide warê egîd û bi hezaran lehengan Botanê û li wêr demekê pratîk birêve dibe. Piştre cardin tê sehaya başûr û perwerdehiya leşkerî, bîrdozî û rêxistinî dibîne. Piştî ku hevalê Ciwan perwerdehiyên xwe yên di her warî de temam dike û berê xwe dide Eyaleta Garzanê û di asta fermandariya bolikê de tevlî pratîkê dibe û li wir di xebatan de her dem pêşengiyê dike. Di hemû xebatên li sehayên bakur de, bi mûtewazîbûn, lêhûrbûna li ser teqtîkê, tecrûbeya şer û lêdanên li dijmin daye, rêheval Ciwan dihate nasîn û dihate hezkirin. Ew ji ciwanên kurd ên mayî re, bû bersiv ka wê çawa jiyan bê kir wê çawa bê şerkirinê. Em wekî rêhevalên wî, soza girêdayîna bîranîna wî û soza bilindkirina têkoşînê didin.
Şiyar Mutkî Gerçek adı ve soyadı: Mülazım Aysal 01.02.1986 / Bedlîs 10.09.2003 Fethiye Ethem 6 Mijdar 2009 / Mutkî, Bedlîs |
Şiyar Mutki:
Rêheval Şiyar ku di sala 1986’an de li Bedlîsê hatiye dinê, wekî ciwanekî kurd li ser qezenc û tevgera mafdar a Têkoşînê Azadiyê, ji dozê re sempatiyeke mezin nîşan dide û bi vî awayî tevlî têkoşîna azadiyê dibe. Di jiyana xwe ya metrepolan de ji bona ku pêdiviyên aborî pêk bîne, di xebatên tekstîlê de dixebite. Ji ber vî awayî ew baştir rastiya gel û parastina rûmetê dizane û li ser vê yekê li hember rejîma faşîst a tirk di sala 2003’yan de tevlî refên gerîla dibe. Piştî ku li qadên Xakurkê, Şehîdên û Xinêrê di nava xebatan de dimîne, pêşniyara xwe ji bona çiyayên Garzanê dike. Li Eyaleta Garzanê ji hêla hevalên xwe bi hêlên xwe yên jêhatîbûnê, diristî û sekna xwe bi coş û moralî tê hezkirin. Dema ku bi hevalê Ciwan re diçe peywirekê, bi hev re digihên şehadetê. Fena hemû hevalên me yên ku gihîştine qonaxa şehadetê, agahiya şehadeta rêheval Ciwan û Şiyar, biryarîbûna me ya li hember dijmin bi artêşeke mezin şerê azadî û rûmetiyê bi hêztir dike. Di vê bingehê de em wekî HPG soz didine ku em ê peyrewên herdu hevalên xwe bin û em ê layîqî têkoşîna wan bin.
11 Mijdar 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê