Ji Gelê Me û Raya Giştî Re!
Me di daxuyaniya xwe ya di 7 ê Îlon a 2022 an de gotibûn ku şeva 5 ê Îlonê tîmek gerîlayên me li Dola Balisan rastî êrîşekê hatiye,
li gorî agahiyên ku me bi destxistiye di vê êrîşê de 3 hevalên me gihîştine şehadetê, 2 hevalên me jî birîndar bûne û ji aliyên hêzên PDK ku destwerdana cihê bûyerê kirine ve hatine birin. Di heman daxuyaniyê de me destnîşan kiribûn ku divê ev bûyer were lêkolînkirin û zelalkirin, hevalên me yên ku ji aliye PDK ê ve hatine birin radestî me bê kirin.
Fermandarê me yê Biryargeha Navenda Parastina Gel jî di axafitina xwe ya ku teyisî çapemeniyê de destnîşan kiribû ku; di derbarê tiştên li Dola Balisan hatiye jiyankirin de çi pêşketin nîne, gelê me û raya giştî li benda encambûna vê bûyerê ne û heman axaftina xwe de destnîşan kiribû ku hem aqûbeta vê bûyerê û hem jî aqûbeta her du komên gerîla yên 2021 an hê jî nayê zanîn. Fermandarê me di vê axaftina xwe de gotibû ku cara dawî vê mijarê tîne ziman û daxwaz ji PDK ê kiribû ku cenazeyên hevalên me yên her sê koman, hevalên birîndar û girtî ku di destê PDK ê de ne divê bi saxlemî radestî me bê kirin ku ev daxwazeke pir maqûl e û li bendê ne ev daxwaz were bicihanîn.
Di derbarê van bûyeran de ji aliye PDK ê ve heta niha tu daxuyanî û bersiv ji van daxwazan re nehatiye dayîn.
Nasnameyên rêhevalên me yê ku li Dola Balisan rastî êrîşê hatin wisa nin:
Navê Kod: Armanç Zilan |
Armanç – Ali Fırat Çağar
Navê Kod: Aşîkar Colemêrg |
Aşîkar – Vedat Aksaç
Navê Kod: Rêzan Botan |
Rêzan – Emir Yusufi
Navê Kod: Karo Kobanê |
Karo – Ferdîn Huseyin
Navê Kod: Zanyar Pava |
Zanyar – Arman Heyderi
2 ê Cotmeh a 2022
HPG Basın İrtibat Merkezi