Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 22’ê Gulanê de di saetên êvarî de li Herêmên Parastina Medya li dijî Girên Şehîd Berîtan, Karker û Koordine û herêma Hecî Beg ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
2. Di 22’ê Gulan 18.00-22.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Dola Bêtalma, Girê Şehîd Şêxo û Geliyê Pisaxa ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
3. Di 21’ê Gulanê de li Colemergê li dijî herêma Kusanê ku bi ser Şemdînanê ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi tevlêbûna tîpên taybet operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
4. Di 19’ê Gulanê de li Dersimê li dijî herêma Şehîd Delîl ku bi ser Qisle ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di saet 19.00’an de di navbera leşkerên dijmin ên derketibûn operasyonê û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de 2 leşkerên dijmin hatiye kuştin, 1 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê ji aliyê Artêşa TC’ê çarçova operasyonê hatiye berfireh kirin û li herêmên Şehîd Delîl, Mûnzûr Baba, Zinarên Doxan û Hakîsê belav bûye. Operasyona li herêmê hîn jî ji aliYê yekîneyên veşartî bi rengê kemîn û keşfê berdewam dike.
5. Di 16’ê Gulanê de li Colemergê di navbera Şemzînan û Geverê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye liadarxistin. Di heman rojê de di navbera leşkerên dijmin ên derketibû operasyonê û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, 4 leşker jî birîndar bûye.
23 Gulan 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê