Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Ji 3ê Avrêlê û vir ve li navçeya Mêrdînê Nisêbînê li dijî gundê Baminê û li navçeya Şirnexê Hezexê li dijî Gundên Zivinga Ga, Kewaxê û Dara yê ji aliyê Artêşa TC’ê bi tevlêbûna cerdewanên Memîra operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona hîn jî bi şêweyên kemînan berdewam dike, dema berfirehî ji aliyê me hate zelalkirin wê ji raya giştî re were eşkerekirin.
2. Di 20’ê Avrêlê de li Herêmên Parastina Medya li dijî Girên Çiyareş, Rûbar, Angola, Şehîd Ferhat û Gundê Sarkê ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
3. Di 19’ê Avrêlê de di saetên beyanî de li navçeya Amedê Pasûrê li dijî herêma Dorşînê ji aliyê Artêşa TC’ê bi tevlêbûna cerdevanan operasyonek hatiye lidarxistin. Artêşa TC’ê bi armanca pevçûnan derxine cerdevanan didin pêş. Di heman rojê de di saet 10.30’ande di navbera gerîla yê me û dijmin de pevçûnek qewimiye. Pîştî pevçûnê bi piştgiriya helîkopterên kobra, ji aliyê helîkopterên skorsky hêz veguheztine herêma pevçûnê û pevçûnên di navbera gerîla yê me û dijmin de heta saetên êvarî berdewam kiriye. Di encama pevçûnên hatiye jiyîn de cerdewanek hatiye kuştin, du cerdewan jî birîndar bûye. Operasyon di heman êvarê paş de zîviriye.
4. Di 20’ê Avrêlê de li navçeya Mereşê Pazarcikê li nêzî herêma Seyrantepeyê di encama operasyoneke Artêşa TC’ê de di navbera gerîla yê me û dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de 3 gerîla yê me gihîştiye şahadetê yek gerîla yê me jî dîl ketiye destê dijmin.
Nasname ya gerîla yê me yê şehîd ketiye;
Navê Kod: Mazlûm Goyî |
Mazlûm Goyî – Munîr Kîlîm
Navê Kod: Sebrî Toros |
Sebrî Toros – Alî Ekber Soncul
Navê Kod: Cemal Pasur |
Cemal Pasûr – Kenan Topdemir
5.Di 19’ê Avrêlê de li Herêmên Parastina Medya li dijî Girên Çiyareş, Rûbar, Angola, Şehîd Ferhat û Gundê Sarkê ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
24 Avrêl 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê