Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 28'ê Gulanê de li mintiqa Korxan a Îdirê 7 kesên ji 10 kesê hatibûn binçavkirin kar û lêpirsînê wan bi dawî bûye di 5'ê Hezîranê de (îroj) serbest hatiye berdan. Lêpirsîna 3 kesên din hîn jî berdewam dike.
2. Di 4'ê Hezîranê de di saet 09.30'an de helîkoptera skorskyê ya ji herêma Şêx Cûma ber bi Bedlîsê ve diçe û leşker û alavên leşkerî vediguhezîne ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan. Helîkopter hatiye derbekirin û ji herêmê dûr ketiye.
3. Di 4'ê Hezîranê de di saet 15.30'an de li navçeya Çelê ya Colemergê li dijî helîkoptera skorskya leşker ji tabûra Serê Sêvê vediguhezîne herêma operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan. Helîkoptera derbe xwariye naçar maye ji herêmê dûr bikeve û dakeve. Di encama vê lêdanê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
4. Di 4'ê Hezîranê de di saet 07.00'an de li ser riya Wan - Gewerê li nêzî gundê Pilangodê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirkên derketiye operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya wesayita leşkerî ya akrep bi giştî hatiye rûxandin, lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
5. Di 4'ê Hezîranê de li navçeya Beyşebaba Şirnexê li dijî herêma Katoyan ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di encama operasyonê de di Deriyê Kujeran de di saet 17.00'an de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin pevçûneke kurt qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
6. Di 4'ê Hezîranê de di saet 16.00'an de li çiyayê Gabara Şirnexê li herêma Zivingê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketibû operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.
7. Di 4'ê Hezîranê de di saet 16.30'an de li Şirnexê li Çiyayê Gabarê herêma Girê Cotyarê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.
8. Ji 4'ê Hezîranê de di saet 16.00'an heta danê sibê ya 5'ê Hezîranê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Çiyareş a bi ser Şeladizêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
5 Hezîran 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê