HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 27’ê Pûşberê de li Colemergê li dijî Vargenima û Ahmet Bendi ku li ser sînorê Şemzînanê ye bi hevkariya Artêşa TC’ê û Îran’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li her du aliyê sînor hatibû destpêkirin hîn jî berdewam dike.

2. Di 28’ê Pûşberê de li Dersimê li dijî Kutudere, Kozmerîk, Kirmizidag û sêgoşeya Roj dere , Nuqta Tankê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Li van herêman beriya niha bi hefteyekê jî operasyonek hatibû lidarxistin û beriya niha du rojan paş de zîviriye.

3. Operasyon a li Dersimê li dijî Mala Xwedê ku di navbera Xozat û Çemişgezekê ye operasyon a ji aliyê Artêşa TC’ê hatibû destpêkirin, ji aliyê me ji raya giştî re hatibû ragihandin. Operasyon a li herêmê berdewam dike.

29 Pûşber 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê