Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 8’ê îlonê de di navbera saet 13.00-15.00’ande li dijî Girê Kato yê Ortê ku bi ser Colemergê ye ji aliyê 4 kobrayan hatiye bombebarankirin.
2. Di 8’ê îlonê de di navbera saet 10.00-11.30’ande û cardin di heman rojê di navbera saet 18.00-20.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Girê Bêtalma, Geliyê Sûlê, Kato Sûlê û gundê Nizûrê ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de şewata li Kato Sûlê destpêkiriye berdewam kiriye.
3. Di 8’ê îlonê de di navbera saet 07.30-08.30’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Gir û pale yên Şikefta Birîndara ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
4. Di 6’ê îlonê de li dijî Bileh, Binevş, Derzengilê û Geliyê Lewînê ku bi ser Colemergê ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek ku ji aliyê fermandarê hêzên bejayî Erdal Ceylanoglu ve hatiye lidarxistin. Ev operasyona ku bêyî agahiya qereqola tunebû beriya operasyonê li herêmê keşif û kemîn hatiye avêtin, li herêmê kaîdeyên havan û obusan hatiye bicîhkirin û li herêmê yekîneyên taybet hatiye daxistin. Li dijî qada ku gerîla yê me lê bû ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşên havan, obus û balafiran hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de 9 gerîla yê me bi lehengî berxwedidin û digihijîn şahadetê. Di derbarê hevalên me yên şehîd ketine de dema agahiyên wan zelal bibe wê ji raya giştî re were ragihandin. Herweha biryargeha me ya navendî destnîşan kir ku wê çek ên hevalê me yê şehîd ketine li erdê nemîne û tola wan were rakirin.
9 Îlon 2010
Navenda Çapemenî-Rahigandin a HPG