Çapemenî û Raya Giştî Re!
Êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a mêtinger ên li ser hêzên me ku di pozîsyona parastinê de ne, zêde bûne. Agahiyên berfireh ên li ser êrîşan bi vî rengî ne;
1. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî;
– 6'ê Gulanê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.
2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– 4, 5, 6 û 7'ê Gulanê li Garê derdora gundên Ergenê, Zêvkê, Şêranê, Yekmalê û gundê Şelazê yê Metînayê, her wiha Girê Biharê 11 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
– 6 û 7'ê Gulanê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM'ê û Girê Amediyê 18 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.
– Artêşa Tirk a dagirker hewl da bi kepçeyan çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê hilweşîne.
7’ê Gulana 2023
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê