Çapemenî û Raya Giştî Re!
Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 3 caran bi bombeyên qedexekirî, 7 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kir.
Di heman demê de 48 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.
Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me û êrîşên dijmin wisa nin:
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;
– 1'ê Mijdarê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Sacayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.
2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;
– 1'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Sacayê çeperên şer ên li Şehîd Xursî 2 caran, li Qada Berxwedanê ya Sîdayê jî çeperên şer ên li Şehîd Felat carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.
– 1'ê Mijdarê saet di navbera 14:10 û 19:15'an de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, çeperên şer ên li Şehîd Bahoz 7 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– 1'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Saca, Kurojahro, Girê Hakkarî, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê 48 carna bi helîkopteran hatin bombekirin.
– 1'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê FM û Girê Cûdî bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.
– 1'ê Mijdarê artêşa Tirk a dagirker hewl da ku bi kepçeyan çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne.
2 ê Mijdar a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê