HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Di emcama çalakiyên ku hêzên me lidarxist de; 1 dagirker hate cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê; 14 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kimyasal, 28 caran helîkopterên êrîşê, dehan caran bi obüs,tank û çekên giran hatin bombekirin.

Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me wisa nin:

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;

Di 17 Cotmehê saet 08:35 û 14:00 an de dagirkerên ku li Qada Berxwedanê ya Çemço bicîhbûye ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve 2 caran hatin lêdan û encam de 1 dagirker haet cezakirin.

Di 17 ê Cotmehê de helîkopterên êrîşê ku xwestin Qada Berxwedanê ya Saca bombebaran bikin, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate lêdan. Piştî destwerdana hêzên me helikopter neçar ma ji qadê dûr bikeve.

 

2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên giran;

Di 17 ê Cotmehê de çeperên şer ên Şehîd Yunus a girêdayî Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî 11 caran hate bombekirin.

Di 17 ê Cotmehê de çeperên şer ên Şehîd Pîrdoğan ê girêdayî Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û çeperên şer yên Şehîd Felat a girêdayî Qada Berxwedanê ya Sîda bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî ve 3 caran hatin bombekirin.

 

3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 17 ê Cotmehê de Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Hakkarî, Girê Cûdî û Girê Amediyê bi helîkopterên êrîşê 28 caran hatin bombekirin.

Di 17 ê Cotmehê de Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Hakkarî, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê bi obus, tank û çekên giran bi dehan caran hatin bombekirin.

Di 17 ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker çeperên şer yê Qada Berxwedanê ya Karker hewl dide bi kepçeyan birûxînin.

Di 17 ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker ji herêma Sîda ber bi Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil çêkirina rêya bi armanca dagirkeriyê berdewam kir.

 

18 ê Cotmeh a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê