Çapemenî û Raya Giştî Re!
Li Zapê di encama çalakiya hêzên me de dagirkerek hate cezakirin.
Artêşa Tirk a dagirker 2 caran bi bombeyên qedexekirî û 2 caran jî bi çekên kîmyewî bombe li çeperên berxwedanê yên gerîla barand. Di heman demê de 9 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.
Agahiyên berfireh yên li ser çalakî û êrîşên dijmin wiha nin:
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
– 25'ê Kanûnê saet di 15:30'î de li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, dagirkerên xwestin li ber çeperên berxwedanê yên gerîla malzemeyên plastîk bişewitînin û dûyê bi jehr bişînin nava çeperan, bûn hedefa hêzên me. Di encama çalakiya sabotajê de 1 dagirker hate cezakirin.
2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;
– 26'ê Kanûnê li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla 2 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– 26'ê Kanûnê zeviyên Gundê Dêrikê, Gundê Bilindbazê yên Garê û Gundê Sêdarê tevî yên Girê Çarçelê 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
– 26'ê Kanûnê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li derdora qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.
27 ê Kanûn a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê