Çapemenî û Raya Giştî Re!
Di 19’ê Nîsana 2022’an de artêşa Tirk a dagirker li ser qada Metînayê êrişên mezin kiribû. Di van êrişan de hevalên me Arîn, Sarîna, Simko û Çiya yên ku ji sê parçeyên Kurdistanê tevlî nav refên PKK’ê bûbûn, şehîd bûne.
Hevalên me yên wêrek ên ku ji sê parçeyên Kurdistanê tevlî nav Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bûne, bûne asta ku PKK di azadiya neteweyî de gihiştiyê û heqîqeta berdêla ku tevgera me ji bo azadiya Kurdistanê daye. Em soza xwe dubare dikin ku em ê li ser şopa hevalên xwe yên şehîd bimeşin, em ê têkoşîna bigihînin azadiyê, em ê bîranîn û navê wan li Kurdistana Azad teqez bidin jiyîn. Malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne:
Navê Kod: Arîn Bargiran |
Arîn – Rıskiye Çakar
Navê Kod: Sarîna Amed |
Sarîna – Cahide Çetin
Navê Kod: Simko Serhildan |
Simko – Behzat Mahmudî
Navê Kod: Çiya Serêkaniyê |
Çiya – Ali Haci
Heval Arîn a ku ji eşîra Alîkiyan de li Sêrtê di nav malbateke koçer û welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku malbat û derdora wê welatparêz e, şehîdan wan hene, heval Arîn di temenekî biçûk de têkoşîna azadiyê nas kiriye. Heval Arîn ji bo tevgera me ya ku şerê hebûnê dimeşîne, sempatiya wê çêbûye. Di sala 2014’an de dema ku xalê wê li hemberî barbariya DAÎŞ’ê ji bo parastina gelê me yê Êzidî şehîd bû, wê jî biryar daye ku rahêle çeka xalê xwe û xeyala wê ev e ku tevlî nav refên gerîlayan bibe. Heval Arîn li Gabarê tevlî nav refên gerîlayan bû. Piştî perwerdehiya bingehîn zû hînî jiyana gerîla dibe. Têkiliyên hevaltiyê yên PKK’ê û îdeolojiya rizgariya jinan a ku Rêber Apo ew ava kiriye, bandoreke mezin li wê dike. Heval Arîn bi kedkariya xwe li her qada ku lê maye, bûye pêşeng. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êriş kirin, ji bo ji feryada civaka Êzidî re bibe bersiv, wê pêşniyaz kiriye ku biçe qada Şengalê. Wê li Şengalê li hemberî DAÎŞ’ê şer kiriye û bi her fîşekê re tola jinan stendiye. Piştî azadkirina Şengalê wê dîsa berê xwe daye çiyayan û bi tecrubeyên xwe li Heftanînê bi qasî du salan li hemberî mêtingeriya dewleta Tirk têkoşiyaye. Ew jî tevlî wan çalakiyan bûye yên ku dewleta Tirk a dagirker derbên giran xwariye. Ew bi cewherî û fedaî tevlî mîrateya hevalên me yên şehîd yên ji Sara heta Bêrîtan, Viyan, Esmer û Mizgînan bûye.
Heval Sarîna li navçeya Çinarê ya Amedê ji dayik bûye. Helwesta polîtîk a bajarê Amedê li ser hevala me Sarîna bandorek çêkiriye û vê bandorê nakokiyên wê yên di nav pergalê de derxistiye holê. Her çi qas ew li Amedê mezin bûye jî ji ber polîtîkayên mêtingeriyê yên dewleta Tirk wê dîtiye ku ew nikare bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive û ketiye nav lêgerînekê. Di encama van lêgerînan de di sala 2014’an de wê berê xwe daye çiyayên asê yên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîlayan bûye. Bi perwerdehiyên li vir wê nasnemaya xwe ya Kurdbûnê derbasî asteke pêştir kiriye. Wê bi îdeolojî û paradîgmaya Rêber Apo hewl daye texrîbatên ku dijmin li ser wê kiriye, ji ser xwe biavêje. Di jiyana xwe ya têkoşînê de di nav hevalên xwe de wekî milîtaneke jîr, jêhatî û bi moral hatiye naskirin. Li ser esasê Rêber Apo ya ‘Kesên şer dikin azad dibin, kesên azad dibin bedew dibin, kesên bedew dibin tên hezkirin’ wê li hemberî hemû qirêjiyên pergalê şer kir.
Rêhevalê me Simko di malbateke welatparêz de li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Ji ber ku malbata xwe welatparêz e, di temenekî biçûk de bi nirxên Kurdewarî û Kurdistanî mezin bûye. Rêheval Simko li ser sînorê Başûr û Rojhilat mezin bûye û di temenekî ciwan de vê rastiyê fêm kiriye ku welatê me bûye çar parçe û gelê me bêhejmar rastî komkujiyan hatiye. Vê yekê hêrseke mezin di dilê wî de çêkiriye û bi wê baweriyê ku divê tola hemû qetlîaman bên hilanîn mezin bû. Ji ber kevneşopiya berxwedanê ya kûr a ku ji malbata xwe wergirtiye, gihîştiye wê baweriyê ku divê bi awayek aktîf tevlî têkoşînê bibe. Hevdîtina tevgera me ya azadiyê ya bi gerîla re bi serê xwe xaleke veguherînê pêk anî. Di şexsê gerîla de rêhevaltiya PKK'ê, jiyan û têkoşîna bêhempa ya azadiya gelê me dibîne, biryar dide ku tevlî nava refên gerîla bibe. Di sala 2014’an de li ser navê jiyan û welatê azad tevlî gerîla bû. Rêheval Simko fêm kir ku hest bi tenê serê xwe têra têkoşînê nake, ji bo hîn baştir felsefeya Rêber Apo afirandiye hîn bibe xwe gihandiye asta milîtanekî fedayî yê Apoyî. Rêhevalê me Simko ku xwe bi nirxên bingehîn ên Apoyî perwerde kir, bi taybetmendiyên xwe yên dilsoz, paqij, zelal û kedkar bûye kesayetek ku hemû hevalên me dixwazin pê re bixebitin. PKK’ê ya ku jê bandor bû, ji bo ku jiyana xwe û rêhevaltiya xwe hîn zêdetir dewlemend bike, ked û xebateke mezin nîşan da. Ji ber vê yekê jî her tim li pêşiyê tercîh kiriye û her tim bûye pêşeng. Bi helwest û tevlêbûna xwe bawerî da hevalên xwe, pêşengtiya çalakbûna rêhevalên xwe ya têkoşînê kir. Rêhevalê me Simko ku bi tevlîbûna timî bi moral û coş hemû zehmetiyan derbas kir, bû milîtan û parêzvanê jiyaneke bi wate. Dîsa ji bo ku bikaribe bersivê bide êrîşên leşkerî yên dijmin û bibe fedaîyê Rêber Apo û gerîlayekî profesyonel ê modernîteya demokratîk, di akademiyên leşkerî de hat perwerdekirin; Tişta ku ji felsefeya Apoyî hînbû bi qada leşkerî re kir yek, bû gerîlayekî profesyonel. Weke şopdarê rêhevalê me şehîd Simko Serhildan ku yek ji fermandarên me yên mezin e ku hem di warê bîrdozî û hem jî di warê leşkerî de însiyatîfên taktîkî yên nû anîne nava tevgera me, ji bo vê yekê kedeke mezin da. Di gelek xebatên stratejîk ên ku hesasiyet, hişyarî, xwerêveberî û fedekariyeke mezin hewce dikir de cih girt û bi van xebatên xwe bi awayekî serkeftî îspat kir ku ew berendamek mezin a fermandariyê ye.
Rêhevalê me Çiya li Serêkaniyê ku bi mîrateya xwe ya çandî di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e, di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Rêhevalê me Çiya ku di nava şert û mercên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de derbasî ciwaniya xwe bû, di bin bandora Şoreşa Azadiyê ya Rojava de pir ma. Rêhevalê me Çiya ku bi salan di bin zilm û zordariya giran de jiya, hewirdora azad ku di encama felsefeya Rêber Apo de derketiye holê wekî deyndar xwe dît û hewl da ku bibe layiqî şehîdên xwe. Rêhevalê me Çiya di ferqa têkoşîna xwe de bû. Ji bo vê jî di sala 2016’an de tevlî nava refên gerîla bû. Di wê baweriyê de bû ku azadiya rasteqîn a Kurdistanê tenê bi têkbirina hemû dagirkeran, bi taybetî jî dewleta Tirk a dagirker pêkan e û di wê baweriyê de bû ku ev yek bi şoreşa pîşeyî pêk tê. Ji ber vê sedemê ji kêliya yekem a tevlî nava refên gerîla bû hem ji aliyê bîrdozî û hem jî di aliyê leşkerî de hewl da xwe pêş bixe û bû xwedî kedeke mezin. Çiyayên Kurdistanê tenê cihên azadiyê dihesiband û bawer dikir ku tenê li van çiyayan mirov dikare xwe bibîne û azad bibe. Rêhevalê me Çiya ku difikire ku divê hemû ciwan tevlî nava refên gerîla bibin û li dijî dewleta Tirk a dagirker şer bikin, her tim pêşniyara çûyîna herêmên ku şer lê dijwar e, kiriye. Xweperwerdekirina li ser rêgezên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk weke erka xwe ya yekem dîtiye û ji bo bibe gerîlayekî profesyonel hewldaneke girîng daye. Em soz didin ku bê guman em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya rêheval Çiya ku bi kesayeta xwe ya kedkar, xwerû û sade hurmeta hemû rêhevalên xwe bi dest xistiye bi serkeftî bi dawî bikin.
28 ê Gulan a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê