HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Gelê Me û Raya Giştî Re!

Di Tebaxa 2021’an de hevalên me Leheng û Alîşêr li nêzî sînorê Ermenistanê li ser peywira xwe bûn û rastî hêzên dewleta Ermenistanê hatine.

Ji bo ku rewşeke neyînî pêk neyê hevalên me hesas tevgeriyane lê piştre hevalên me hatine destgîrkirin û girtin. Derbarê hevalê me doz hatine vekirin û hevalên me di warê hiqûqê de têkoşiyane û di 23’ê Sibata 2022’an de Dadgeha Temyîzê ya Ermenistanê di derbarê wan de biryara berdanê daye. Hevalên me ji şûna ku li gorî qanûnên hiqûqa navneteweyî û ya dewleta Ermenistanê divê werin berdan, ji aliyê îstîxbarata Ermenistanê hatine revandin.Di encama hewldanan de soz hatiye dayîn wê hevalên me werin berdan lê mehek berê hevalên me Leheng û Alîşêr ji aliyê dewleta Ermenistanê ve teslîmî dewleta Tirk hatine kirin.

Dewleta Ermenistanê bi vê bûyerê him qanûnên navneteweyî û him jî hiqûqa xwe ya fermî bin pê kiriye. Ev hevalên me yên şoreşgerên Kurdistanê ji bo parastina hebûna gelê xwe û pêkanîna azadiyê têdikoşin û êşa hemû gelên bindest di dilê xwe de hîs dikin. Ermenistanê ev hevalên me teslîmî dewleta Tirk a dagirker kiriye û ev tişt ji bo Ermenistanê şermeke mezin e.

Bi vî awayî her du hevalên me ketine destê dewleta Tirk. Lê medyaya şerê taybet a dewleta Tirk ev bûyer wekî operasyoneke MÎT’ê ya serkeftî pêşkêş kiriye. Di daxuyaniya xwe ya 14’ê Îlona 2022’an de me diyar kiribû kesên bi navê Hatîp û Arîa piştî ku îxanet li tevgera me kirine, ketine destê dewleta Iraqê û ji ber berjewendiyan ev kes teslîmî dewleta Tirk hatine kirin. MÎT’a Tirk ji bo îtîbarê bi dest bixe, derfetên dewleta Tirk pêşkêşî hêzên cihê dikin û li hemberî tevgera me dixwazin hin encaman bi dest bixin û vî tiştî wekî serkeftina xwe nîşan bidin. Gelekî eşkere ye ku ev çîrokên serkeftinê bi senaryoyên sexte li ser maseyan tên amadekirin, ne rast in. Divê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê îtîbarê li van derewên MÎT’ê nekin.

24 ê Îlon a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê